Pirs: Di dabeşkirina mîratê de -li gorî Qur’ana Pîroz- jin parekê, mêr du paran digre. Gelo hikmetê vê yekê çi ye? Dînê Îslamê, li gorî berpirsyariya ku li efradên malbetê (mêr, jin) bar kiriye û li gorî rewşa wan a civakî ya dema hinartina Qur’anê ji mîratê par daye. Lêbelê êdî îro rewşa civakî û berpirsyarî gelekî guhertine. Di vê rewşê de ma hîn jî dê tetbîqa ku para mêran bi qasî para du jinan be? An jî li gorî rewşa civakî û berpirsyariyan dê bi wekhevî ji mîratê par bigrin?
Bersiv: Temamê hukmên Qur’anê heta roja qiyametê li dar û çûnabr in. Mirov nikare di der barê verastkirinên Qur’anê yên ku biryar li ser wan hatiye dayin û nehatine nesixkirin de angaşta dîrokbûna wan bike û biryarên ku di ayetan de diborin biguherîne. Piştî ku di ayetên 11 û 12an de ji sûreyê Nîsa bi hûrgilî hat vegotin bê ka dabeşkirina mîratê dê çawa bê kirin ev ayet hatine:
“Ev (dabeşkirina mîratê) sînorên ku Xwedê danîne. Kî bi ya Xwedê û Qasidê Wî bike, dê wî bixe bihuştên ku çem di nav wan de diherikin, dê heta hetayê tê de bimînin, ha ev e serfiraziya mezin.
Kî jî bêemriya Xwedê û Qasidê Wî bike û ji sînorên Wî derbas bibe, dê wî têxe agirekî ku tê de seraqetî bimîne. Ezabê riswaker jê re ye.” (Nîsa, 4/13-14)
Wekî ku tê dîtin dabeşkirina mîratê, fermanên Xwedê yên ku qet nayên gıhertin in. Bi hincetên cur bi cur, maf û desthilatdariya tu kesî tuneye ku van fermana biguherîne. Mîna mijarên din, divê mirov di vê mijarê de jî bi tevahî xwe radestî ayetên Xwedê bike, wan –wekî wan- bi temamî qebûl bike.
Heke em werin ser mijara ka çima kur di mîratê de ji keçê pirtir digre: Hin hikmetên ku me tesbît kirine wiha ne:
1. Mêr, dema dizewice mehrê dide, jin jî mehrê digre. Li ser meseleyê heke birayek û xwişkek bibin wêris, bavê wan jî sê xanî û sê sed milyon lîre li pey xwe hiştibe, du xanî û du sed milyon ji kur re, xaniyek û sed milyon lîre ji keçê re dikeve. Heke zilam dema dizewice pêncî milyonî bide hevsera xwe, dê di destê wî de sed û pêncî milyon bimîne. Heke pîrek jî ji hevserê xwe pêncî milyon mehir bigre, pereyê jinê jî dê bibe sed û pêncî milyon. Bi vî awayî dê perên wan bibin wekhev. Zilam ji bo mayina hevsera xwe dê xaniyekî amade bike, keç jî dê di xaniyê ku mêrê wê hazir kiriye de rûnê. Bi vî awayî dê di destê keç û kur de xaniyekî ku bidin kirê bimîne. Di vê rewşê de jî dê bibin wekhev. Ev mînaka ku me da, ji bo her rewşê ne çûnbar e, lêbelê derfeta muqayesekirinê dide me.
Para mêr û jinê jî ne wekhev in. Di ayeta 12an ji sûreyê Nîsa wiha hatiye fermankirin:
“Eger zarokên jinên we tune bin -ji mîrateya ku ji wan maye- nîvî yê we ye. Eger zarokên wan hebin vêca çaryeka mîrateya ku li pey xwe hiştine ji we re ye. Ev Piştî pêkanîna wesiyet an jî dayîna deynên wan e. Eger zarokên we nebin çaryeka mîrateya ku we li pey xwe hiştiye ji bo jinên we ye. Vêca eger zarokên we hebin, ji bo wan heştyeka mîrateya ku we li pey xwe hiştiye heye. Ev jî piştî pêkanîna qewîtiya we û piştî dayîna deynê we ye.
Heke em bifikirin ku temamê barê zewacê ne di stûyê jinê de; li ser pişta mêr e, dê were dîtin ku ev dabeşkirin jî di cî de ye. Lewra jin, ji malê xwe û qezenca ku bi dest dixe qirûşekî jî li hewcedariyên xwe yan jî li yên zarokên xwe xerc nake. Bi vî awayî dengeya mal ya di malbatê de di eleyhê mêr de ye. Para zêde ya ku mêr ji mîratê digre, dê vê dengeyê serast bike.
2. Dema mêr berpirsyariyên xwe yên li hemberî hevsera xwe û zarokên xwe bîne cî, dê dilaram be. Lewra para zêde ya ku ji mîratê digre dê berpirsyariyên wî bixe bîra wî.
3. Dema rewşa mêr ya maddî ji ya hevsera wî baştir be, dê rewşa mêr ya di nav malbatê de bihêz bibe. Lewra mêrê ku nikaribe li hevsera xwe û zarokên xwe mesref bike, dê li pêşberî wan biçûk bikeve û dê nikaribe mezinantiya malbatê bi awayê pêdivî bike. Ev rewş, dê bandorê li aramiya malbatê bike. Her gav tê dîtin ku di malbatên jin dewlemend, mêr xizan be dilrihetî tuneye, zarok baş perwerde nabin û jin jî nedilşad in.
Ji kerema xwe re serî li navnîşanên jêr jî bidin:
www.fetva.net/goruntulu-fetvalar/kuranda-kadinlarin-mirastaki-paylari-alt-sinir-midir.html
www.suleymaniyevakfi.org/arastirmalar/gunumuzde-kari-koca-ihtilafinin-sebepleri.html