Pirs: Li gorî ayeta 64’an ji sûreyê Maîde, ji aliyê Xwedê Teala ve lanet li Cihûyan hatiye barandin. Lê belê îro Cihû li welatê Pêxemberê me, hem jî wekî hêzeke navneteweyî di nava dewletên Ereban de dewleta xwe damezirandine. Li gorî ku soz û wada Xwedê Teala heta qiyametê ye, divê em vê rewşê û ayeta ku behsa wê hate kirin, çawa bidin ber hev?
Bersiv: Lanet; bi mena vederkirin, nifir, ‘ezab, dûrbûna ji rehma Xwedê, xezeb û xişim û hwd. tê. Ji zaroyên Îsraîl ên ku kafir bûne û li ser zimanê pêxemberên mîna Dawûd û Îsa (a.s) û hwd. lanet li wan hatiye barandin, dide nîşandan ku ew ji rehma Xwedê dûr in.
Dûrbûna ji rehma Xwedê herçiqas bandora xwe li vê dinyayê nîşan bide jî lê bandora wê ya rastîn di axretê de dê derkeve holê. Lewra Xwedê di vê dinyayê de yên ku li gorî rê û rêbazên xebatê tev digerin bi serkeftinê wan xelat dike. Eger ew sirf jiyana dinyayê bixwazin, Xwedê dê xwestinên wan ên dinyayê bide wan, lê di axretê de dê wan mehrûm bihêle. Xwedê Teala wiha ferman dike:
“Ê ku dinyayê bixwaze, ji bo kesê ku Em bivên a ku em bixwazin Em ê bi lez bidinê. Piştre jî Em ê wî riswa û qewitî têxin dojeha ku dê têkevê.
Ê ku axretê bixwaze û bawermend be û lezê li kirina karê wê bike, vêca xebata wan tê qebûlkirin.
Em ji dayina Xwedayê te didine tevan; yên ku cîhanê dixwazin û yên ku axretê jî dixwazin. Dayina Xwedayê te li ser wan nehatiye birîn.”[1]
Ayetên têkildar ên di derbarê ku Cihû îro li hemû cîhanê xwedî hêz in jî hene. Lê belê, tê îfadekirin ku bi sedem kirinên wan ên xerab ew ê duçarî ezabekî pir cansoj bibin. Ayetên têkildar wiha ne:
“Me di kitêbê de ji zaroyên Îsraîl re ev biryar da (ragihand): Hûn ê du caran li ser erdê xerabî û tevdanê derxin û bêguman hûn ê bi serkeftineke mezin bi ser kevin.
Vêca dema çaxa (cezadana) cara pêşî hat, Me hinek bendeyên xwe yên xwedanhêz û dijwar bi ser wan de şandin, vêca ew ketin heta nav mala. Ev, sozeke misogerbûyî bû.
Paşê li hemberî wan dîsa Me serkeftin da we û bi serwet û zarokan Me piştgiriya we kir û Me hûn kirin pir bi hêz.
Êdî eger hûn qenciyê bikin hûn ji bo xwe dikin û eger hûn xerabiyê jî bikin hûn li xwe dikin.
Dema çaxa (cezakirina) cara paşîn hat, da ku rûyê we reş bikin û çawa ku cara pêşîn ketibûn Mizgeftê dîsa wisan dê biçin û çi tiştên bi dest bixin dê tarûmar bikin.”[2]
Tiştê ku di ayetê de behsa wê tê kirin ya yekem ji aliyê artêşa ku di bin fermandariya Qralê Babîlê Nebuqadnezzar II (Buxtunnasr) di sala 587 beriya zayînê, ya duyem jî ji aliyê serdarê Bîzansê Tîtus ve di sala 70’yî piştî zayînê de hatiye pêkanîn. Rewşa piştî vê jî ev ayeta han wê xulase dike:
“Hêvî heye ku Perwerdegarê we li we rehmê bike. Eger dîsa hûn (li xerabiyê) vegerin, Em ê jî (li cezakirina we) vegerin. Me dojeh ji bo kafiran kiriye girtîgeh û zîndan.”[3]