Fetwayen Kurdi
Bi şermezarî dinivîsim, ez hevzayend im. Lava dikim alîkariya min bikin?

Bi şermezarî dinivîsim, ez hevzayend im. Lava dikim alîkariya min bikin?

Pirs: Ez li Elmanyaê dijîm û bavê du zarokan im. Ev heft sal e ku ez zewicandî me û bi şermî dinivîsim, ez hevezayend im. Min kir û nekir ez ji hestên xwe reha nebûm. Meyla min sirf li ser zilaman heye. Ji vê bonê min guneh kirin, tobe jî kir, êdî hew ji destê min tê, ez nikarim tiştekî bikim. Tiştek min dikişîne wê derê. Lê belê, ez pir ditirsim. Lewra herî dawî mirin heye û em ê bi bal Xwedayê Mezin ve vegerin. Di parvekirina derdê xwe bi we re ez bawer im dê feydeyek hebe. Ez bist û heşt salî me. Ez merivekî saf û dilê min pak e. Eger ev hest bi min re tunebûna, ez ê bibûma merivekî qenc ku bi dînê xwe ve girêdayî. Dibe ku jiyana min a bi hevsera min re ne zor be, encax jiyana bi wê re tu zewqê jî nade min. Ez di gunehekî pir mezin, rêyeke neder de me. Mixabin ez bûm gey. Min hinekî lêkolîn kir, êdî ez naxwazim vî karî bikim. Vê carê ez pir bi vîn im, ez ê dev ji her tiştî berdim. Guneh û zinayên ku min kirine, min pir didin tirsandin. Di vir de şîretên we li min çi ne? Xwedayê Mezin di derbarê geyan de nabêje çi? Seyda, jiyana bi vê rewşê li min pir giran tê, ez zehmetiyê dikêşim. Alîkariya min bikin, ez li ber salên bi jan û êş bikevim, an jî ku min ewqas guneh kirin, ez li ber wan bikevim? Ez ê çawa û bi çi rûyî biçim cem Xwedayê xwe. Eger ku ne guneh bûna ez ê bi zilamekî re bijayama. Ne nexweşiyek e ku meriv bibêje dê bi dermanan derbas bibe. Însanên wiha divê çi bikin? Lava dikim, alîkariya min bikin.

Bersiv: Birayê me yê birêz,

Tevdên gunehan mîna kişandina cixarê ji meriv re dibin xûy. Şeytanên ji însan û cinan vê xûyê, mîna tiştekî xwezayî û siruştî didin xuyakirin. Tiştê te ji xwe re kiriye xûy, îro li dinyayê pir belav bûye. Dezgehên weşan û çapemeniyê, di hundirê hewldayinekê de ku vî karî mîna ku tiştekî normal be bidin nîşandan. Baweriya bi van propagandayan, li xweşa te jî diçe. Lê belê, ne bi vê, belbî divê tu li gorî fermanên Xwedê bijî û bi gotinên Wî baweriyê bînî. Di ayetên di derbarê gelê Lût ên ku ev kiryar ji xwe re kiribûn xûy, bihizire:

“Lût got: Erê ma ji alemê hûn diçin ba zilaman?

Û ew jinên ku Xwedê ji we re afirandine jî hûn dihêlin. Naxêr, belkî hûn civateke tixûbbihêr in!

Wan jî got: Ey Lût! Eger tu ji vê (doza xwe) venegerî bêguman em ê te ji nav xwe derxin!

Lût jî got: Bêguman ez ji vê kirina we ya kirêt pir dikeribim.

Xwedayê min! Min û malbata min ji ya ku ew dikin rizgar bike.

Vêca, Me ew û malbata wî tev rizgar kirin.

Ji bilî pîrejinekê; ew di nav ên mayî de ma.

Piştre Me yên din birin helakê.

Me baranek bi ser wan de barand. Vêca barana yên hatibûn hişyarkirin, çi pîs baran bû!

Bêguman di vê de îbretek heye, lê pirên wan dîsa bawerî nayinin.

Bêguman Perwerdegarê te, desthilat e, dilovîn e.”[1]

“Me Lût jî bi qasidî şand. Ji gelê xwe re got: Digel ku hûn dizanin jî ma hê jî hûn fehşîtiyê dikin?

Ma hûn di şûna jinan de bi şehwetî diçin bal mêran? Naxêr, belkî hûn civateke cahil in!

Bersiva gelê Lût her ev bû: Malbata Lût ji welatê xwe derxin. Lewra ew mirovine ku xwe paqij didêrin!

Vêca, Me ew û malbata wî rizgar kirin, ji bilî jina wî; lewra Me ew gerand ji yên ku di ezab de man.

Me baranek bi ser wan de barand. Vêca barana yên hatibûn hişyarkirin, çi pîs baran bû!”[2]

“Lût ji gelê xwe re wiha got: Birastî hûn fehşîtiyeke wisa dikin ku beriya we ji alemê tu kesî ew nekiriye?

Erê ma hûn diçin cem zilaman, hûn rêyan dibirin û di civînên xwe de bêtoretiyê dikin! Bersiva gelê wî tenê ev bû: Eger birastî tu rastbêjî, de ka ezabê Xwedê ji bo me bîne!

Lût got: Xwedayê min! Li hemberî vê civata jirêderketî arîkariya min bike.

Gava ku qasidên Me mizgînî (ya çêbûna kurekî) ji Îbrahîm re anîn (jê re wiha) gotin: Em ê gelê vî welatî (gelê Lût) helak bikin. Lewra gelê wî stemkar in.

Îbrahîm ji qasidan re got: Ma ne Lût tê de ye! Qasidan got: Em bêhtir dizanin ka kî tê de ye. Misoger em ê Lût û malbata wî rizgar bikin, ji bilî jina wî; ew bi yên li paş mane re ye.

Dema qasidên Me hatin cem Lût, ew ji taqet ket û bi hatina wan xemgîn bû. Qasidan jê re gotin: Metirse û xemgîn mebe! Bêguman em ê te û malbata te rizgar bikin, lê belê jina te, ew ê digel yên li paş mayine bimîne.

Em ê, bi sedem jirêderketina wan bi ser xelkê vî welatî de ezabekî (dijwar) ji esmên bînin xwarê.

Sond be, Me ji wî gundî ji bo miletekî ku bifikire nîşaneke aşkere hêştiye.”[3]

Me Lût jî bi qasidî hinart; wî ji gelê xwe re wiha got: “Ma hûn wê pîsîtiya ku tu gelên beriya we nekiriye, dikin?

Hûn jinan dihêlin û bi dilbijênî bi mêran re radizên. Birastî hûn civateke ji serxweveçûyî ne.”

Bersiva gelê wî bi tenê ev bû; wan ji welatê xwe derxin. Lewra ew mirovine ku xwe pak didêrin!

Vêca Me Lût û malbata wî rizgar kirin; jina wî ne tê de ew bû ji helakbûyiyên li paş man.

Me baranek bi ser wan de barand. Vêca de binêre ka encama gunehkaran çawa bû!”[4]

 “Dema qasidên Me hatin cem Lût, ew ji taqet ket û bi hatina wan xemgîn bû û got: Ev, rojeke dijwar e.

(Gelê wî) bi lez hatin cem, hê berê jî wan karên kirêt dikirin. Got: Ey gelê min! Ha va ne keçên min, ew ji bo we paqijtir in. Ji Xwedê bitirsin û li pêşberî mêvanên min, min fedîkar nekin! Ma di nav we de zilamekî aqilmend tune ye?

Gotin: (Ey Lût!) Tu dizanî ku tu hewceyiya me bi keçên te tune ye û tu dizanî ku em çi jî dixwazin.

(Lût ji wan re) Got: Xweziya li hember we hêzek min hebûye yan jî min xwe biavêta ber keleheke asê û xurt.

(Ferîşteyan wiha) Gotin: Ya Lût! Em qasidên Perwerdegarê te ne. Ew qet nikarin destên xwe bidin te. Di demeke şevê de digel xelkê xwe bi rê kevin. Bila ji we, tu kes li paş xwe venegere. Ji bilî pîreka te. Lewra ew ezabê ku dê bê serê wan, teqez dê bê serê wê jî. Bêguman civanê helaka wan spêde ye, erê ma spêde ne nêzîk e?

Vêca çi dema fermana Me (bi cezadana wan) hat, Me gundê wan serûbinî hev kir û Me kevirên ji heriya pehtî bi ser wan de barandin…

ji cem Xwedayê te ve nîşankirî bûn û ew ji stemkaran jî ne dûr in.”[5]

Gava qasid hatin cem malbata Lût.

(Lût ji wan re) Got: Birastî hûn civateke nenas in.

Jê re gotin: Na; em bi wî ezabê ku miletê te di hatina wî de gumandar in, hatine cem te.

Me, rastî ji te re aniye, teqez em rastbêj in.

Jê re gotin: Di wextekî şevê de malbata xwe derîne rê, tu jî li dûv wan here. Zinhar bila ji we, tu kes li paş xwe nenihêre! Herin wî cihê ku fermana we pê hatiye kirin.

Me ji Lût re biryara vî karî ragihand: Ku ew ê di çaxê sibehê de ji binî ve bêne qutbirkirin.

Xelkê bajêr hatin û ji kêfxweşiyê mizgînî dane hev.

(Lût ji wan re) Got: Evên ha, mêvanên min in. Zinhar min fedîkar dernexin!

Ji Xwedê bitirsin, min riswa mekin!

Jê re gotin: Erê ma me ji te re negotibû, têkilî karê xelkê me be?

(Lût, ji wan re) Got: Eger hûn dixwazin, va ne keçên min.

Bi jiyana te sond be; ew di nav serxweşiyê de bi sergêjane diçûn û dihatin.

Di çaxê hilhatina rojê de wê qîra dijwar ew hingaftin.

Êdî Me welatê wan serûbinî hev kir û Me bi ser wan de kevirên ji heriya pehtî barandin.

Bêguman di vê de ji bo yên ku îbret digirin, nîşan hene.

Kavilên wî welatî, hê jî li ser rêyekê dimînin.

Bêguman di vê de ji bo bawermendan, nîşan hene.”[6]

Birayê birêz,

Eger tu tobe bikî, ango bi biryareke teqez vegerî û dev ji van karan berdî, ne sirf tu xwe serast dikî, belbî gunehên ku heta niha te kirine jî dê bi xiran li te vegerin. Lê belê, divê ku tu li ser biryara xwe bisekinî, ji cihên ku ew karên kirêt tên kirin û ji wan ên ku dikin jî xwe dûr bigirî.

Xwedê Teala wiha ferman dike:

Çi tiştên di erd û asîmanan de hene her yên Xwedê ne. Ev, da ku (Xwedê) yên nebaşî kirine wan celat bike û yên ku başî jî kirine bi ya herî rind xelat bike. Ew ên ku xwe ji gunehên mezin û (cureyên) fehşîtiyan dûr digirin; gunehên din ne tê de. Birastî lêborîna Xwedayê te berfireh e.”[7]

Ev kesên ha bê tu zor û zehmetiyê dê têkevin bihuştê. Xwedayê Mezin wiha ferman dike:

Bêguman ew ên ku berê peymana herî rind Me ji bo wan daye, ew ji dojehê dûr in. Ew qîjîna wê jî nabihîzin, di nava nîmetên ku dilê wan bibije de her û her dimînin. Tirsa mezin jî (ya roja qiyametê) wan xemgîn nake. Firîşte wan pêşwazî dikin (û ji wan re dibêjin:) Ha ev e, ew roja we ya ku peymana wê ji we re hatibû dayin.”[8]

Kesên digel ku gunehên mezin kirine, lê belê, tobe kiribe û xwe serast kiribe ew jî dikevin vê beşê. Xwedayê Mezin wiha ferman dike:

Bendeyên Rehman… Ew ên ku digel Xwedê îbadetê ji mebûdekî din re nakin û bi neheqî ew canê ku Xwedê (kuştina) wî heram kiriye nakujin û zinayê nakin. Kî ku van bike dê (li axretê) rûbirûyî ceza bibe.

Roja qiyametê ezabê wî dê qat bi qat zêde bibe û bi şerpezeyî her û her dê tê de bimîne. Lê belê yê ku tobe bike, bawerî bîne û karê qenc bike, ew cuda ye. Xwedê gunehên wan bi xêran diguherîne. Xwedê gunehjêbir e, dilovîn e.[9]



[1] Şu‘era, 26/165-175.

[2] Neml, 27/54-58.

[3] ‘Enkebût, 29/28-35.

[4] E’raf, 7/80-84.

[5] Hûd, 11/77-93.

[6] Hicr, 15/61-77.

[7] Necm, 53/31-32.

[8] Enbiya, 21/101-103.

[9] Furqan, 25/68-70.