Pirs: Di mijara recmê de we di hin ayetan de bêjeya “el-‘ezab” bi “cezayê sed daran” şîrove kiriye. Gelo nabe ku mena “el-‘ezab” cezayê li axretê be? Û hûn ayeta “Dema pîrekên Pêxember zinayê bikin cezayê wan dibe du qat.” bi du sed daran şîrove dikin. Di vî halî de ev nayê mena ku “Pîrekên Pêxember li axretê cezayê wan dê bibe du qat.”? Çawa çêdibe ku hûn di mena vê bêjeyê de ewqas bi xwe bawer in.
Bersiv: Di sûreyê Nûr ayeta duyem de tê xwestin ku komek ji bawermendan ji bo cezayê “el-‘ezab” zinaya ku zilam û pîrekê kiriye, bibin şahid. Cezayê “el-‘ezab” ku ji bawermendan tê xwestin ku li ser şahid bin, cezayê di vê dinyayê de ye.
Di heman sûreyî di ayeta 8’mîn de tê îfadekirin ku pîreka ji aliyê mêrê xwe ve bi sûcê zinayê bê sûcdarkirin, dema çar caran sond bixwe, ji wî cezayî “el-‘ezab” rizgar dibe. Pêkan e ku wê pîrekê birastî jî zina kiribe. Lê belê ji ber ku mêrê wê nikare çar şahidan bîne, pîrek ji cezayê dinyayê yanî “ji cezayê sed daran” xelas dibe. Encax eger pîrekê birastî jî zina kiribe, gelo ji cezayê axretê xelas dibe? Naxêr, teqez xelas nabe. Ev jî dide nîşandan ku bêjeya “el-‘ezab” ya ku di ayetên behsa zinayê dikin de derbas dibe, mebest jê ne cezayê axretê ye. Belbî cezayê dinyayê, yanî sed dar e.
Di derbarê cezayê zinayê de ji bo agahiyên berfirehtir, ji kerema xwe nivîsa me ya di lînka jêr de ye bixwînin:
http://www.suleymaniyevakfi.org/arastirmalar/nesih-ve-recim-cezasi.html