Fetwayen Kurdi
Ma rast e ku dua, bê selat û selamdayina li ser Pêxember (s.a.w) qebûl nabin?

Ma rast e ku dua, bê selat û selamdayina li ser Pêxember (s.a.w) qebûl nabin?

Pirs: Di beriya duakirinê de gelo şert e ku meriv selat û selaman li Pêxember (s.a.w) bîne? Tê gotin ku eger neyên dayin, duayên meriv nagihêjên bal Xwedê Teala. Gelo rastiya vî tiştî heye?

Bersiv: Piştî limêjan an jî çi dema ku meriv dê ji xwe re dua bike, ne şert e ku meriv hemdê Xwedê Teala bike û selat û selaman li Pêxemberê me (s.a.w) bîne, belbî ev, tewsiye û şîretek e. Hedîseke ku ji Qasidê Xwedê hatiye rahigandin wiha ye:

Li gorî ku ji Fudale kurê Ubeyd (x.j.q) hatiye ragihandin, wî wiha gotiye: Qasidê Xwedê (s.a.w) li mizgeftê rûniştîbû, zilamek hat limêj kir û piştre wiha dua kir: “Ey Xwedayê min! Min bibexşîne û li min rehmê bike (bila dilê te bi min bişewite).” Li ser vê Qasidê Xwedê got: “Ey kesê ku limêj kir! Te lez kir. Dema te limêj kir û tu rûniştî, bi awayê ku layiqî Xwedê ye hemdê wî bike, piştre selat û selam li min bîne, piştre duayê ku tê bikî, bike.” Piştî wî, yekî din limêj kir. Piştî limêjê hemdê Xwedê kir û selat û selam li Pêxember anîn û tu tiştekî din nekir. Li ser vê, Qasidê Xwedê (s.a.w) jê re wiha got: “Ey kesê ku limêj kir! Dua bike, da ku dua bê qebûlkirin.[1]

Kesên dibêjin ku dua bê selat û selamên li ser Pêxember (s.a.w), bi bal Xwedê Teala ve bilind nabin û nayên qebûl kirin, vê hedîsa li jêr ji xwe re dikin delîl:

Li gorî ku ji Umer kurê Xettab (x.j.q) hatiye ragihandin, wî wiha gotiye: “Dua di navbera erd û asîmanan de disekine, heta ku li ser Pêxember (s.a.w) selawat neyên dayin, ji wî duayî tu tişt bi bal Xwedê ve bilind nabe.”[2]

Mubarekfûrî yê ku hedîsên Sunena Tirmizî şîrove kiriye, dibêje: “Ji ber ku ev ne gotina Pêxemberê me ye; belbî gotina Hezretî Umer e û bi sedem Ebû Qurra el-Esedî yê ku di zincîra senedê de derbas dibe mechûl e/nenas e, hedîs zeîf e.”[3]

Xwedayê me wiha ferman kiriye: “Hûn ji Min bixwazin, Ez ê jî bersiva we bidim. Bêguman ew ên ku ji bo îbadetkirina min xwe mezin didêrin, dê rezîl û ruswa têkevin dojehê.”[4] Mîna ku ji ayetê tê dîtin, beriya duakirinê behsa hemd û sena û selat û selamê nehatiye kirin.

Xwedê Teala bi awayekî aşkere bi me daye hînkirin, dê meriv çawa jê alîkariyê bixwaze. Ayet wiha ne:

Gelî yên ku bawerî anîne! Bi sebir û nimêjê alîkariyê ji Xwedê bixwazin. Bêguman Xwedê, teqez digel sebirkêşan e.”[5]

Dema bendeyên Min pirsa Min ji te bikin; bêguman Ez pir nêzîkî wan im. Ez bersiva banga gazîkerî dema bangî Min bike, didim. Êdî bila evdên Min jî bersiva Min bidin û bila bi Min bawerî bînin da ku ew bi ser rêya rast ve bibin.”[6]

Navên herî spehî (Esma’ul-Husna) ji bo Xwedê ne. Nexwe bi wan navan ji Xwedê daxwazê bikin …”[7]

Bi dizî, bi zarezar û lakelak li ber Xwedayê xwe bigerin. Bêguman Xwedê ji sînorbihêran hez nake.”[8]

Gotinên xweş û rind her bi bal Wî ve bilind dibin û kar û barên qenc (salih) wan gotinan bilind dikin.”[9]

Li gorî ku ‘emelê rind û salihê ku di ayeta paşîn de derbas dibe, sirf ji selat û selaman pêk nayê, em dikarin bibêjin hedîsa ku li jor derbas bû, bi vê ayetê re li hev nake.



[1] Tirmizî, De’awat, 65.

[2] Tirmizî, Selat, 352.

[3] el-Mubarekfûri, Tuhfetu’l-Ahwezi, II, 357, şîroveya hedîsa 486.

[4] Mu’min,40/60.

[5] Beqere, 2/153.

[6] Beqere, 2/186.

[7] E‘raf, 7/180.

[8] E‘raf, 7/55.

[9] Fatir, 35/10.