Pirs: Xwesûya min li ba min dimîne û limêj nake. Min çend caran bi zarekî xweş jê re got, lê belê hêj jî limêj nake. Sedemê nekirina limêjê jî dibêje ku mîz di min nasekine. Min jî got: “Tu limêj bike, ez ê bişûm.” Encax dîsa jî nebû. Ji vê bonê qet ji dilê min nayê ku ez xizmeta wê bikim û li rûyê wê bikenim. Gelo ev tiştê han ji bo min guneh e? Di vê meseleyê de divê ez çi bikim? Lava dikim, bi min re bibin alîkar?
Bersiv: Eger yekî misilman îbadeta xwe neyine cih, dê hesabê wê bide Xwedê. Ya li ser me jî ev e: ku em ayetên têkildar jê re bixwînin.
Şîreta me li we, ku hûn vê rewşa wê li xwe qebûl bikin û bi dostanî pê re tevbigerin. Rahêjin wergera Qur’anê û her roj mena çend ayetan jê re bixwînin. Ayetên bi bawerî û îbadetan bi taybetî jî yên ku bi limêjê re têkildar in, jê re bixwînin. Hêvî heye ku ew ayet lê bandor bikin û dest bi limêjê bike. Eger dîsa jî limêj meke, rêz û hurmeta xwe ya li hember wê biparêzin. Pêxemberê me (s.a.w) wiha gotiye:
“Ê ku li biçûkên me rehmê neke û ji mezinên me re rêz û hurmetê nîşan nede, ne ji me ye.”[1]