Fetwayen Kurdi
Di dînê me de, cih û girîngiya bekaretê çi ye?

Di dînê me de, cih û girîngiya bekaretê çi ye?

Pirs: Di dînê me de girîngiya bekarbûnê çi ye? Eger tu girîngî û feydeya bekarbûnê tune be, çima xerabûna wê ewqas mezin e? Ma Xwedê, çima ferqê dixe navbera mexlûqên xwe?

Bersiv: Xwedê Teala bi tu awayan ferqê naxe navbera mexlûqên xwe. Bekarbûn, encax di encama nîkaheke rast û durist, xera dibe. Rabûn û razana bê nîkah, zina ye. Zina jî karekî pir guneh û kirêt e û ji aliyê Xwedê ve teqez hatiye qedexekirin. Heta nêzîkbûna bi bal wê ve jî hatiye qedexekirin. Xwedê Teala wiha ferman dike:

Nêzîkî zinayê mebin. Lewra ew, karekî pir kirêt û rêyeke pir pîs e.”[1]

Bekarbûn herçiqas girîng be jî lê belê dibe ku zara keçikantiyê, bi sedemên curbicur mîna bi qevzandinê, ketinê, xweavitina ji cihekî bilind û hwd. qetiyabe. Ji ber prensîba, heta ya li dijî meriv neyê tesbîtkirin, meriv bê sûc tê hesabkirin, divê were ferzkirin ku zara keçikantiyê bi sedemekî wiha xera bûye û divê mijar di lehê keçikê de were nirxandina. Ne mêrê wê, ne dadgeh û ne jî tu kesekî din nikare bipirse, ka zara te bi çi sedemî xera bûye. Mafekî wiha ji tu kesî re nehatiye dayin.

Pîreka ku bi şertê bekarbe -hinek ji mehrê jê re hatibe dayin- piştre dema bi mêrê xwe re têkeve munasebeta cinsî, kişif bibe ku zara wê ne saxlem e, ji mehra wê tu tiştek nayê kêmkirin.[2]

Tesbîta bekarbûnê encax wiha tê kirin: Dema pîrek angaşt bike ku mêrê wê pê re ranezaye û da ku ji mêrê xwe biqete serî li dadgehê bide, dadger dê binêre; eger zilam di rewşeke ku bê dermankirin de be, ji bo dermankirinê dê salekê muhletê bidê û tembîha tedawîbûnê li zilam bike. Eger piştî salekê, pîrek dîsa angaşt bike ku hêj jî mêrê wê pê re ranezaye û zilam jî vê angaştê înkar bike, dê bê nihêrtin; eger pîrek bekar be, kontrola bekarbûnê tê kirin. Ev kontrol jî li ser daxwaza pîrekê tê kirin, da ku biryara veqetandinê bê dayin.[3]



[1] Îsra, 17/32.

[2] Ömer Nasuhi Bilmen, Hukuk-ı İslamiyye ve Is­tılahat-ı Fıkkhiyye Kâmusu, Stenbol, 1985, II, 141.

[3] Ömer Nasuhi Bilmen, Hukuk-ı İslamiyye ve Is­tılahat-ı Fıkkhiyye Kâmusu, Stenbol 1985, II, 351.