Pirs: Min nivîsên we yên di derbarê jinberdanê de xwendin. Dema min û hevalekî xwe li ser vê meseleyê me nîqaş kir, em bi hev re ketin îxtilafê. Hûn dikarin vê meseleyê hinekî vekin?
Bersiv: Xwedê Teala di ayetên pêşîn ji sûretê “Telaq” yanî sûreyê jinberdanê de ehkamê wê bi berfirehî bi me daye naskirin. Her jinberdana ku li gorî şert û mercên di wan ayetan de derbas dibe, pêk bê telaqek ango berdanek tê qebûlkirin. Lewra Xwedê Teala di sûreyê Beqera ayeta 229’an ferman dike ku: “Telaq du car in.” Lê belê di hundirê ‘ideyê de eger mêr poşman bibe dikare li jina xwe vegere. Ango jina xwe li xwe vegerîne. Xwedê Teala wiha ferman dike:
“Eger mêrên wan lihevhatinê bixwazin, ji wan re bêhtir heq heye ku wan li xwe vegerînin.”[1]
Eger bi vî hawî jina xwe du caran berde, piştî berdana cara sêyem êdî şert û mercên vegerînê ne wekî berê hêsan in. Xwedê Teala di heman sûreyî de di ayeta 230’an de wiha ferman dike:
“Êdî eger mêr jina xwe berde, ev jin lê ne helal e heta ku ji bilî wî bi mêrekî din re nezewice. Eger wî ew berda, êdî tu guneh li ser herduyan tune ye ku dîsa li hev vegerin, eger bawerî anîbin ku dê tixûbên Xwedê bi cî bînin.”[2]