Pirs: Pêxemberê me di hedîseke xwe de dibêje, yên ku qurbanê di meha Zilhicceyê de bidin, bila mûyên laşên xwe û neynokên xwe jê nekin. Ma divê em wiha bikin. Yan jî Pêxemberê me hedîseke din gotiye ku hukmê vê hedîsê betal dike?
Bersiv: Hedîsa li ser vê meseleyê wiha ye:
Ummû Seleme radiyellahû enhû, riwayet kiriye ku Resûlulleh (s.x.l) wiha ferman kiriye:
“Qurbana kê hebe, bila ji destpêka Zilhicceyê heta ku qurbana xwe ser jê bike, ji porê xwe û neynokên xwe tiştekî jê neke.” (Muslim, Edahî 39-42 (1977); Ebû Dawûd, Dahaya, 2-3; Îbn Mace, Edahî 11)
Li gorî vê hedîsê, kesê ku bixwaze di Eyda Heciyan de qurbanê bide, divê ji roja ewil a Zilhicceyê heta qurbana xwe ser jê bike; porê xwe, riha xwe yan jî mûyên din ên laşê xwe û neynokên xwe kurt neke û jê neke. (…)
Nêrîna alimên fiqhê ya li ser vê meseleyê bi kurtasî wiha ye.
- Li gorî; Îmam Ehmed digel Îshaq, Seîd b. el-Museyyeb, Dawûdê Zahirî û hin alimên Şafiî, heram e ku xwediyê qurbanê heta serê şeveqa Eyda Heciyan ku dê qurbana xwe ser jê bike, ji mû û neynokên laşê xwe tiştekî jê bike. Delîla wan jî hedîsa şerîf a li jorê ye ku mijara me ye.
- Li gorî Henefiyan jî wek tenzîhen mekrûh e ku kesek ji destpêka Zilhicceyê heta wexta serjêkirina qurbana xwe, mû yan jî neynokên xwe jê bike. Nêrîna meşhûr a Îmam Şafiî jî bi vî rengî ye û ev nêrîn ji Îmam Malik jî hatiye riwayetkirin.
Li gorî alimên ku wiha difikirin, qedexeya li ser jêkirina mû û neynokan ya di vê hedîsa şerîf de, ne ji bo herambûnê ye, ji bo tenzîhê ye. Delîla ku hukmê vê qedexeyê ji heramiyê betal dike û dike wek tenzîhen mekrûh, hedîseke din e. Di vê hedîsa şerîf a navborî de jî tê gotin, Cenabê Pêxemberê me ji Medîneyê bo Mekkeyê qurban şandiye û ew bi xwe li Medîneyê maye û beriya ku qurbana wî bigihê Mekkeyê û bê serjêkirin, ew li gorî qedexeyên îhramê tev negeriyaye. Ji ber vê yekê Xettabî jî hedîsa navborî, wek delîl nîşan daye ku qesda qedexeyê ya di hedîsa li ser mijara me de, nayê maneya heramê; tê wateya wek tenzîhen mekrûhê. Her wiha alimên li ser vê fikrê jî hemû tifaq dikin ku caiz e beriya serjêkirinê, xwediyê qurbanê cilên xwe li xwe bike û bêhnên xweş li xwe bide. Ev yek bi xwe jî nîşan dide ku qesda ji qedexeya jêkirina mû û neynokan, di çarçoveya keraheta tenzîhiyeyê de ye. (Sünen-i Ebu Davud Tercüme ve Şerhi, Necati Yeniel, Hüseyin Kayapınar, Necat Akdeniz, Şamil Yayınevi, Stenbol, 1990, c: 10, r: 467-468.)