Pirs: Xwişk û bavê xanima min rehmet kirin. Tevî ku wan wesiyet nekiribe jî ma mirov dikare ji bo wan qurbanê bide? Ger mirov karibe divê mirov çawa bike?
Bersiv: Îbadet ji bo kesên li heyatê ne. Piştî ku mirov mir, êdî mirov ji tu îbadetê ne mesûl e. Xwedê Teala wiha ferman dike:
“Ji bilî tiştê ku însan bi xwe dixebite, ne yê wî ye.” (Necm, 53/39)
“Kî axretê bixwaze û baweriyê pê bîne, bixebite û hewl bide, aha xebata van hêjayî spasiyê ye. (Îsra, 17/19)
Wek di van ayetan de jî xuya dibe, îbadet şexsî ne. Ku mirov bi xwe bixebite û hewl bide, dikare pêk bîne. Ev jî heta kêliya dawî ya emrê mirov dewam dike. Di ayeteke pîroz de Xwedê Teala wiha dibêje: “Heta ku ew mirina teqez were te bigire, ji Rebbê xwe re îbadetê bike. (Hicr, 15/99) Bi mirinê re, ji xeynî sê tiştan deftera mirov a ‘emelê tê girtin. Pêxemberê me aleyhisselam vê mijarê bi vî rengî îzah dike: Dema însan dimire ‘emelê wî qut dibe; lê ji bilî van her sê tiştan: Yek; sedeqeya cariye (ango berhemeke xêrê ku demeke dirêj li ser piyan dimîne), ya din; ilmê ku jê tê îstifadekirin, ya sisiyan jî ewladê baş e ku jê re duayan dike.” (Muslim, Wasiye, 4)
Yên li heyatê, ji bo kesên mirî bes dikarin ji bo xêra wan duayan bikin. Ayetên li ser vê meseleyê jî wiha ne:
“Xwedayê min! Di wê rojê de ku hesab tê pirsîn; min, diya min, bavê min û hemû bawermendan efû bikî.” (Îbrahîm, 14/41)
“Yên ku piştî wan tên, dibêjin : « Xwedayê me! Li me û birayên me yên ku beriya me bawerî anîne, bibexşîne; ji bo bawermendan kîn û rikê di dilê me de nehêle; Rebbê me bêguman tu xwedî şefqet û merhametê yî.» (Heşir, 59/10)
Wek encam mirov dikare bêje ne tiştekî munasib e ku mirov ji bo xêra miriyan qurbanê bide.