Fetwayen Kurdi
Ma divê mirov Qur’anê bi ‘Erebî yan jî ji wergerên wê bixwîne?

Ma divê mirov Qur’anê bi ‘Erebî yan jî ji wergerên wê bixwîne?

Pirs: Ji ber ku ez nikarim herfan tam ji mexrecan derxim, nikarim Qur’anê bi awayekî rind bixwînim. Dema ez wergera Qur’anê ya bêje bi bêje dixwînim, ez bi rêya MP 3ê li xwendina Qur’anê jî guh didêrim. Lê belê bi sedema ku ez bi tena serê xwe nikarim Qur’anê bixwînim, hizir dikim ku ji îbadeta xwendina Qur’anê mehrûm im. Ev jî min gelekî bêhizûr dike. Li aliyê din her çiqas guhdarkirina li xwendina Qur’anê bi ‘Erebî min ji aliyê derûnî ve dilrihet bike jî, tênegihiştina wateya Qur’anê min nerihet dike. Ji bo têgihiştina wateya Qur’anê ez her gav wergera wê jî dişopînim. Ez nizanim ka çiqas rast e ku mirov di temamê jiyana xwe carekê be jî Qur’anê ji serî heta binî bi ‘Erebî xetim neke. Divê ez çi ikim?

Bersiv: Hem xwendina Qur’anê, hem jî guhdarkirina li Qur’anê, îbadet e. Lê belê ev herdu jî bi têgihiştina Qur’anê ve girêdayî ne. Di der barê xwendin an jî guhdarkirina xwerû ku fêdeyê li însên dike de tu delîlek tuneye. Lewra Xwedê Teala di gelek ayetan de ragihandiye ku Qur’an ji bo mirov têbigihîjin û li gorî wê bijîn, hatiye hinartin. Divê mebest ji xwendin û guhdarkirina Qur’anê ev be. Di vê rewşê de diyar dibe ku xwendina rasterast ji bo têgihiştinê rêyeke nêztir e.

Xwedê Teala wiha ferman dike:

Erê ma ew li Qur’anê nafikirin? Ma li ser dilên wan kilît hene?” (Muhemmed, 47/24)

Sond be, Me Qur’an ji bo şîretgirtinê hêsan kiriye. Vêca ma ka ew ê ku bifikire û jê şîret bigire?” (Qemer, 54/17, 22, 32, 40)

Misilman, bi sed salan e ku hizirkirina li ser Qur’anê jibîr kirine. Ji ber vê yekê Qur’an, wekî berhemeke pîroz hatiye jimartin û baweriya ku em dê wê fêhm nekin çêbûye. Piştre hatiye iddiakirin ku pêşiyan her tişt çareser kirine û derî li pêşiya tiştên nû hatiye girtin. Di dawiya dawî de Qur’an, bûye berhemeke ku ji xwendina wê, xêr tê bidestxistin.

Xwedê Teala wiha ferman dike:

Bê guman ev Qur’an, (mirovan) tîne riya herî rast û saxlem.” (Îsra, 17/9)

Bi rastî jî Qur’an, mirovan tîne rêya herî rast û saxlem. Lê belê eger ew, ne ji bo fêhmkirinê; bi tenê ji bo bidestxistina xêrê  were xwendin, mirov bi wê nagihîje tu derê. Tiştekî bi vî rengî, dişibe rewşa kesê ku bi tenê bi îstifadekirina ji reng û bêhna hingivekî baş îktifa dike. Hingivê ku neyê xwarin, tu fêdeya wê ji bedenê re tuneye. Misilman bi sed salan e ku wiha tev geriyane û bi awayê pêdivî bi Qur’anê xwedî nebûne. Qalibên çandî û xurafe tevlihev bûne, xurafeyan gel dorpêç kirine.

Mebest ji xwendina Qur’anê divê ne bi tenê xwendina wê be; li berevajî vê divê têgihişitna wê û jiyan û tevgera li gorî wê be.

‘Ebdullahê kurê Mes‘ûd wiha gotiye: “Qur’an hatiye hinartin da ku mirov bidin pey; lê belê mirov rabûn xwendina wê wekî îbadetê hesab kirin.”

‘Ebdullahê kurê ‘Umer jî wiha gotiye: “Beriya Qur’anê, ji bo bidestxistina îmanê em demeke dirêj jiyan. Qur’an sûre bi sûre nazil dibû. Em helal û heramên wan sûreyan, ferman û qedexeyên wan fêr dibûn. Niha ez gelek kesan dibînim ku beriya îmanê bi Qur’anê ve dizeliqin, ji sûreyê Fatîheyê destpê  dikin heta dawiya wê dixwînin; lê belê teqez nizanin ku fermana Qur’anê, qedexeya wê çi ye û divê mirov li ku raweste, ayetên Qur’anê yên ku dixwînin wekî xurmeyên kurmî li rast-çep belawela dikin.”

Hûn dikarin ji navnîşana agahiyên berfirehtir di der barê vê mijarê de bides bixin:

www.suleymaniyevakfi.org/arastirmalar/kurani-nasil-okumaliyiz.html