Fetwayen Kurdi
Gelo di kîjan şert û mercan de limêja înê tê terkkirin?

Gelo di kîjan şert û mercan de limêja înê tê terkkirin?

Pirs: Gelo meriv dikare neçe limêja înê? An jî di kîjan rewşan de meriv dikare neçe? Mîna mamosteyek ku dersa wî dengî dema limêjê were, ma dikare dev limêjê berde?

Bersiv: Di derbarê limêja înê de Xwedê Teala wiha ferman dike:

Gelî bawermendan! Gava roja înê ji bo limêjê hat bagnkirin, vêca bi bal zikrê Xwedê (limêja înê) ve lez bikin û dev ji kirîn û firotinê berdin. Ha ev, eger hûn bizanin ji bo we çêtir e. Piştî ku limêj hate kirin vêca li ser erdê belav bibin û ji kerema Xwedê bixwazin. Xwedayê xwe pir bi bîr bînin da ku hûn rizgar bibin.”[1]

Di Qur’ana Pîroz de ji bo tu limêjan îfadeya “çêtir e” derbas nabe. Lewra her pênc limêj di her şert û mercan de tên kirin lê belê, limêja înê di hin rewşan de meriv dikare neke. Ebdullah kurê Ebbas (x.j.q) di rojeke baran de ji muezzin re got ku dema te bangî limêjê kir, piştî ku te got “Eşhedû enne Muhemmeden Resulûllah” mebêje “Heyye ‘ele’s-sela”, belbî bibêje: “limêja xwe li malên xwe bikin.”

Mîna ku ev rewşa ha li xweşa însanan neçû. Got ku, “Ev tiştê ha yekî ku ji min bi xêrtir (ango Hezretî Pêxember) kiriye.” Ji ber ku limêja înê ferz e, min nexwest ku ez zehmetiyê bidim we. Wê demê hûn ê li ser zemîneke şemetok û bi herî bimeşiyana.”[2]

Ji pîrekên Pêxember (s.a.w) diya me Hezretî Eyşe (x.j.q) wiha dibêje: Gel ji malên xwe û derdorên Medîneyê bi nobetê dihatin limêja înê. Bi tozê dihatin, bi toz û xwelî bûn û xwêdan ji wan diherikî. Dema Pêxember (s.a.w) li cem min bû yek ji wan hat. Pêxember got ku: “Xweziya ji bo vê rojê we xwe paqij bikira.”[3]

Ev riwayetên han didin nîşandan ku di hin rewşên zerûrî de meriv dikare dev ji limêja înê berde. Mamostetî jî yek ji wan rewşên zerûrî ye. Di vê rewşê de divê ku limêja nîvro ya wê rojê were kirin.



[1] Cumu‘e, 62/9-10.

[2] Buxarî, Cumu‘e, 14.

[3] Buxarî, Cumu‘e, 15.