Pirs: Hevalekî min pê hesiya ku ez li cihê kar nimêj dikim û got: “Piştî ku ji serkar destûrê bigrim, ez ê jî nimêj bikim!” Min jî gotê “Tu çima destûrê dixwazî? Mepirse û nimêja xwe bike.” Li ser vê yekê wiha bersiva min da: “Naxêr, çênabe. Eger destûra serkar tunebe, heram e! Lewra bêyî ku haya wî jê hebe, tu ji wexta wî dixwî. Bi tenê gava ew bibêje ‘erê’ tu dikarî nimêja xwe bikî.” Dema wiha got, min nikaribû bersiva wî bida. Gelo hevalê min di van gotinên xwe de mafdar e?
Bersiv: Ji bo kirina nimêjên ferz, destûr ji serkar nayê xwestin. Ev, mafekî we yî xwezayî ye. Lê belê ji bo îbadetên we yên ne ferz, divê hûn jê destûrê bigrin. Wekî mînak hûn ne ji bo çar qamên nimêja nîvro; lê belê divê hûn ji bo sunnetên berî û piştî nimêja nîvro tên kirin destûrê ji serkar bixwazin. Di heman demê ji ber ku destûr nayê xwestin, hûn nikarin nimêjên xwe yên ferz dirêj bikin. Nimêjeke 4 qam, bi wesetî 4 deqîqeyên mirov digre. Piştî ku we silav da, divê pê re hûn vegerin serê karê xwe. Li aliyê din eger bêhnvedanên we yên li kargehê pêrgî wextên nimêjê werin, divê hûn nimêjên xwe di wan deman de bikin.