Pirs: Di berhemên fiqhê de hedîseke wiha derbas dibe: “Kesê çar qam sunnetên berî nimêja nîvro terk bike, mehdervaniya min nagihîjê” (Bnr: Îbn Abidîn, 2/14). Ma ev hedîs, sehîh e?
Bersiv: Wekî ku we jî diyar kir, ev riwayet ne di çavkaniyên hedîsê de bêhtir di yên fiqhê de derbas dibe. Riwayeta tê diyarkirin ku Pêxemberê me gotiye wiha ye:
مَنْ تَرَكَ الْأَرْبَعَ قَبْلَ الظُّهْرِ، لَمْ تَنَلْهُ شَفَاعَتِي
“Kesê çar qam sunnetên berî nimêja nîvro terk bike, mehdervaniya min nagihîje wî kesî.” (Bnr: el-Merxînanî, el-Hîdaye, Weşanên Kahraman, Stenbol 1986, I, 72)
Îmam Zeyle‘î di berhema xwe ya bi navê Nesbu’r-Raye ya ku hedîsên di el-Hidaye ya ku ji çavkaniyên sereke yên mezhebê Henefî ye vedikole, cih daye vê riwayetê û ew bi awayê “xerîbun cidden” wesifandiye. Lê belê behsa tu rawiyekî di zincîra riwayetê de nekiriye. (Bnr: el-Merxînanî, el-Hidaye, I, 72)
Îbn Hacer el-‘Esqelanî jî di berhema xwe ya bi navê ed-Diraye de ya ku hedîsên pirtûka el-Hîdaye vedikole di derbarê vê riwayetê de gotiye ku: “Min ew (çavkaniya wê) nedîtiye.”( Bnr: Îbn Hecer, ed-Diraye, I, 205)
Herwiha hatiye neqilkirin ku Îmam Newewî jî gotiye: “Eslê vê riwayetê tuneye.” (Fettenî, Tezkiretu’l-Mewdû‘at, I, 48.)
Di enacamê de ev riwayet ji aliyê ‘ilmê hedîsê ve, ne pêkan e ku mirov wê wekî delîl bigre.
Ya mirov jê berpirsyar e, kirina nimêjên ferz in. Kesê nimêjên sunnet bike, dibe xwedî xêr; lê kesê neke jî pê nakeve gunehkariyê.
Di der barê vê mijarê de hûn dikarin ji navnîşanên jêr bersivên me yên bi awayê vîdeoyê temaşe bikin:
www.fetva.net/goruntulu-fetvalar/sunnet-i-muekkede-neye-denir-sunnetler-kilinmazsa-ne-olur.html
www.fetva.net/goruntulu-fetvalar/sunnet-namazlari-peygamberimize-allah-mi-emretmistir.html