Pirs: Ma jin dikare li pêşiya jinan bi îmamtî nimêj bike? Gelo tu pîvan û sînorekî vê yekê heye? Hûn dikarin di vê mijarê de bibin arîkar?
Bersiv: Jin, di dema kirina nimêjê de dikarin tebayî jinekê bibin. Bi rêyên saxlem hatiye neqilkirin ku dayika me ‘Eyşeyê û Ummu Wereqe li pêşiya jinan îmamtî kirine.
Di mijara ka jin dikarin li pêşiya jinan îmamtiyê bikin an na di berhemên fiqhê de dubendiyek heye. Ji xanimên Pêxemberê me Hz. ‘Eyşe û Ummu Selemeyê, ji alimên serdema tabiiyan ‘Eta, Sewrî, Ewzaî digel alimên mîna Îmam Şafiî, Îshaq û Ebû Sewr îmamtiya jinan li pêşiya jinan musteheb qebûl kirine.
Ehmedê kurê Henbel diyar kiriye ku ne musteheb e. Li aliyê din Ehsabu’r-Re’y ê ku Henefî pêşrewên wê ne û Îmam Malik digel ku mekrûh qebûl dikin, dibêjin ku nimêja li pey îmama jin tê kirin sehîh e.
Dîsa ji alimên tabiiyan Şe’bî, Nexeî û Qetade diyar kirine ku jin bi tenê di nimêjên nafîle de dikarin li pêşiya jinan îmamtiyê bikin, di yên ferz de nikarin bikin.
Hesenê Besrî û Suleymanê kurê Yesar gotine ku jin di tu nimêjan de çi ya nafîle çi jî ya ferz nikare li pêşiya jinan îmamtiyê bike.
Alimên ku îmamtiya jinê li pêşiya jinan qebûl dikin îmamtiya dayika me ‘Eyşeyê û Ummu Wereqe ji bo vê nêrîna xwe dikin delil. Bi baweriya me jî nêrîna rast ev e. Ên ku di vê baweriyê de, gotine ku pîreka dê li pêşiya jinan îmamtiyê bike nikare wekî mêran li pêşiya cimaetê raweste, divê di hundirê sefê de bi cimaetê re raweste. (Ebû Muhemmed ‘Ebdullahê kurê Ehmed Îbn Qudame el-Meqdisî, el-Muxnî we’ş-Şerhu’l-Kebîr ela Metni’l-Muqni’, Darul-Fikr, Beyrût, 1984, c: 2, rp: 36, meseleya 1145an.)
Lê belê wekî mezhebê Henefî hin kesên ku îmamtiya jinan ji bo jinan mekrûh qebûl dikin jî hene. Wan, nêrîna xwe ya şexsî ji bo xwe kirine delil, diyar kirine jina ku îmamtiya jinan dike nikare ji cimaeta li pêşdetir be û heta ji bo vê yekê îmamtiya wan mekrûh hatiye qebûlkirin. Lê belê wan, hem nimêja îmama jin û hem jî nimêja cimaeta pîrek ya li pey wê sehîh jimartine.