Pirs: Min bêjeya “destûr”, ya ku ji zarokantiya xwe ve ye -bê ku ez mena wê bizanibim- bi kar dianî. Encax min mena wê meraq kir û min dît ku bi wateya “rêdan”, “musade” û hwd. tê. Çaxa em derbasî qedemgehê dibin, dema hurikên nan li cihekî bikeve, bê ‘ilmê me dema bê eciqandin an jî dema em ava germ li cihekî dirêjin da ku cin û hwd. zirarê nedin me, em dibêjin destûr. Di rewşeke wiha de gelo em destûr û iznê ji wan dixwazin?
Bersiv: Ji bo rewşên wiha di çavkaniyên me de tu agahiyeke ku pêwîstiya bikaranîna vê bêjeyê îfade bike, tune ye. Pêxemberê me (s.a.w) dema biçûna qedemgehê, dema êvaran têketa nav nivînên xwe û di demên din de ji bo xweparastina ji şerên cinan, pêşî “eûzû أَعُوذ” dixwend piştre sûreyên Feleq û Nas dixwendin û xwe dispart Xwedê Teala. Riwayeta bi vê yekê re têkildar e wiha ye:
Qasidê Xwedê (s.a.w) ji bo cin û nezerê (dirûdên curbicur dixwendin) û xwe dispart Xwedê. Piştî ku (sûreyên Feleq û Nas nazil bûn) ev herdu sûre esas girtin û dev ji yên din berda.[1]
Diya me Hezretî Eyşe (x.j.q) vedibêje ku: “Pêxember (s.a.w) her şev dema dikete nav nivînên xwe, pif dikir destên xwe (sûreyên) Feleq, Nas û Qulhûwellah (Îxlas) dixwendin, destên xwe di rû û laşê xwe didan û vî tiştê han sê caran dubare dikir. Dema ku nexweş biketa jî fermana kirina heman tiştan ji min dikir.”[2]
Li gorî ku ji Enes kurê Malik (x.j.q) hatiye ragihandin, Qasidê Xwedê dema bixwesta biçe qedemgehê wiha digot:
“Xwedayê min! Ji şeytanên nêr û mê û ji hemî pîsî û nebaşiyan, ez xwe dispêrim Te.”[3]
[1] Tirmizî, Tib, 16; Îbn Mace, Tib, 33.
[2] Buxarî Fedailu’l-Qur’an 14, Tib, 39, De‘awat, 12; Muslim, Selam 50; Tirmizî, De‘awat, 21; Ebû Dawûd, Tib, 19.
[3] Buxarî, Wudû’, 9, De‘awat, 14; Muslim, Heyz, 122- (375); Ebû Dawûd, Teharet, 3; Tirmizî, Teharet, 4; Nesaî, Teharet, 17; Îbn Mace, Teharet, 9; Ehmed kurê Henbel, Musned, 3/99, 101.