Pirs: Gelo wateya“el-hubbu fîllah we’l-buxdu fîllah” çi ye?
Bersiv: El-hubbu fîllah, di wateya hezkirina ji bo Xwedê; el-buxdu fîllah jî nefretkirina ji bo Xwedê ye. Ango mirov ji bo Xwedê nefret bike. Lewra kesên ku mirov ji bo Xwedê ji wan hez bike û her wiha kesên ku mirov ji bo Xwedê ji wan nefret bike hene. Hin ayet û hedîsên di der barê vê yekê de wiha ne:
“Gelî bawermendan! Di şûna bawermendan de kafiran ji xwe re nekin dost û piştevan. Ma hûn dixwazin ku li dijberî xwe delîleke aşkere bidin Xwedê?!” (Nîsa, 4/144)
“Gelî bawermendan! Cihû û Filehan ji xwe re nekin dost û piştevan. Ew, xwe bi xwe ji hev re dost û piştek in. Kî ji we, wan ji xwe re bike dost û arîkar, ew jî ji wan e. Bê guman Xwedê civata sitemkar serwext nake.” (Maîde, 5/51)
“Gelî bawermendan! Hûn, ji wan ên ku beriya xwe Kitêb ji wan re hatiye dayin û ji kafirên ku dînê we ji xwe re kirine tinaz û pêlîstok ji bo xwe nekin dost û piştevan. Eger bi rastî hûn bawermend in, ji Xwedê bitirsin.” (Maîde, 5/57)
“Gelî bawermendan! Bavên xwe û birayên xwe, eger ew kufrê di ser îmanê re bigrin, ji xwe re nekin dost û arîkar. Êdî kî wan ji xwe re bike dost û arîkar, vêca ew sitemkar bi xwe ne.
Bibêje: Eger bavên we, kurên we, birayên we, jinên we, eşîra we, malê ku we bi dest xistiye, ticareta ku hûn ji zirarkirina wê ditirsin û xaniyên ku hûn ji wan xweş in, li cem we, ji Xwedê, ji Pêxemberê Wî û ji cîhada di rêya Wî de şîrîntir û xweştir bin, vêca çavlirê bin heta Xwedê fermana xwe (bi ezabê ji we re) bîne. Xwedê, civaka jirêderketî teqez nayîne ser rêya rast.” (Tewbe, 9/23-24)
“Civateke ku bawerî bi Xwedê û roja axiretê anîbe tu dê nebînî ew ji kesên ku neyartiya Xwedê û qasidê Wî dikin -çendî ew bavên wan, kurên wan, birayên wan, an eşîra wan bin jî-, hez dikin. Kesên ku Xwedê îman di dilên wan de bi cih kiriye, bi arîkarî û piştgiriyeke ji cem xwe ew xurt kirine û wan bixe bihiştên ku di nav wan de çem diherikin û ew dê her û her lê bimînin, ha ew in. Xwedê ji wan razî bûye, ew jî ji Xwedê razî bûne. Ha ew benda Xwedê ne. Agahdar bin! Bi rastî jî benda Xwedê her ew in yên serfiraz û rizgarbûyî.” (Mucadele, 58/22)
“Gelî yên bawerî anîne! Dijminê min û dijminê xwe ji xwe re nekin dost û arîkar. Digel ew bi heqiya ku ji we re hatiye şandin bawerî nayînin, hûn ji wan hez dikin, Ji ber ku we bi Xwedayê ku ew Perwerdegarê we ye bawerî anîye, hûn û pêxember ji cih û warê we derxistin. Eger hûn ji bo cîhadê û razîbûna Min (ji warê xwe) derketibin, hûn wan ji xwe re nekin dost û arîkar ku bi dizî hûn hezkirina xwe bigihînin wan. Ez bi ya hûn vedişêrin û bi ya hûn aşkere jî dikin dizanim. Kî ji we vê bike, bi rastî wî rêya rast winda kiriye.” (Mumtehine, 60/1)
Li gorî ku ji Ebû Umeme hatiye ragihandin Resûlullah (s.a.w) wiha gotiye:
“Kî ji bo Xwedê hez bike, tiştê dide ji bo Xwedê bide û tiştê nade jî ji bo Xwedê nade, wî îmana xwe kamil kiriye.” (Ebû Dawûd, Sunnet, 15)
Sehl b. Muâz b. Enes el Cühenî’den ve babasından rivâyete göre, Resûlullah şöyle buyurmuştur:
Li gorî ku ji Sehlê kurê Muazê kurê Enesê el-Cuhenî û bavê wî hatiye ragihandin Resûlê Xwedê wiha gotiye:
“Kî ji bo Xwedê bide û ji bo Xwedê bibe asteng, ji bo Xwedê hez bike û ji bo Xwedê nefret bike û ji bo Xwedê bizewice îmana wî kesî gihaştiye kemalê.” (Tirmizî, Qiyamet, 60)
Li gorî ku ji Enesê kurê Malik (x.j.q) hatiye ragihandin Pêxember (s.a.w) wiha gotiye:
“Sê tişt hene ku ew di kê hebin wî, îman tam kiriye:
- Hezkirina Xwedê û Resûlê Wî, ji her kesî pirtir.
- Hezkirina ji bo Xwedê.
- Vegera li kufrê piştî ku Xwedê mirov ji kufrê rizgar kir wekî ku mirov biavêjin êgir nexweş û xeternak bibine.” (Buxarî, Îman 9, 14, Îkrah 1, Edeb 42; Muslim, Îman, 67. Wekî din bnr: Tirmizî, Îman, 10)