Pirs: Di zimanê Turkî de û bi taybetî jî di axaftinên Misilmanên dema me de gotina “afirandin”ê gelekî tê bikaranîn. Êdî bûye ku di her warê jiyanê tê gotin. Ma mirov dikare vê bêjeyê -di kîjan wateyê de dibe bila bibe- bikar bîne? An jî heke were bikaranîn di kîjan wateyan dibe ku bê xebitandin?
Bersiv: Heke mirov vê bêjeyê (xuliqandin/afirandin) ne di wateya peydakirina ji tunebûnê; di maneya şekildayinê de bixebitîne, tu mehzûreke wê tuneye. Lewra ji Xwedê Teala pê ve tu kes nikare tiştekî ji tunebûnê peyda bike. Afirînerê her tiştê Ew e. Mirov bi tenê yê heyî keşif dike, îcad dike û dirûvekî nû didê. Ev bêje, di Qur’ana Pîroz de ji bo Îsa aleyhisselam di wateya dirûvdayinê de jî hatiye bikaranîn. Ayeta têkildar wiha ye:
“Dema Îsa ji bo Îsraîliyan bi qasidî hat şandin (ji wan re wiha got:) Min ji cem Rebbê we ji bo we mucîzeyek aniye; ez ji bo we ji heriyê şeklê teyran çêdikim û paşê ez pif dikimê, vêca bi destûra Xwedê ew dibe teyr. Dîsa bi destûra Xwedê ez kor û kotîyan şîfa dikim û miriyan jî sax dikim. Ez, tiştê ku hûn li malên xwe dixwin û hiltînin jî ji we re bibêjim. Eger bi rastî hûn bawermend bin, di vê rewşê de ji bo we îbret hene.” (Alî Îmran, 3/49)
Wekî din di ayeta 14an de ji sûreyê Mu’umînûn û her wiha di ayeta 125an ji sûreyê Saffat ev îfade: “Xwedê ew spehîtirînê afirînêran e.” hatiye bikaranîn. Di van ayetan de jî bêjeya “xuliqandin/afirandin”ê di wateya dirûvdayineke nû de hatiye xebitandin.