Pirs: Di van demên dawî de qala “xwendina îstiqraî” gelekî tê kirin. Gelo ev tê çi wateyê?
Bersiv: “Îstiqra di ferhengê de bi wateya “ji bo hînbûna rewş û taybetmendiyên tiştekî, mirov lêkolînê bike û hewl bide”, di ilmê mentiqê de wekî têgehekî di vê wateyê de ye: “Karekî zîhnî ye ku mirov ji tiştekî cuzî/qismî digihîne kulî/tevayî, ji xususî digihîne giştî, ji agahiya bûyerên tekane mirov digihîne zanyariya rêgezên ku ew bûyer xwe dispêrinê.
Wekî mînak piştî mirov bizanibe ku her yek ji paxir, hesin, zêr û zîv maden in û bi bandora germahiyê diberçivin, mirov xwe bigihîne encama “temamê madenan dema werin germkirin diperçivin”; her wiha piştî ku mirov têgihîşt ku têgeha “kelîme”yê di rêziman de ji nav, lêker û daçekan pêk tê û nav, lêker û daçek bêjeyên watedar in, mirov xwe bigihîne encama ku temamê kelîmeyan bêjeyên watedar in, her yek ji van encam û biryaran îstiqra ye.” (Abdülkuddüs Bingöl, “İstikrâ”, DİA, c: 23, rp: 358.)
Xwendina îstiqraî jî ku mirov bikaribe bi rêya hereketkirina ji metnê li ser tiştên di metnê de derbas nabin bifikire, wan di zihna xwe de zinde bike, muhakeme bike û xwe bigihîne encamekê. Ango mirov ji cuzî bi bal kulî ve hereket bike û xwe bigihîne encamekê.