Pirs: Ma kirina “chat”ê -li gorî dînê me- caiz an na?
Bersiv: Kesê Misilman, divê di der barê kirina chatê de gelekî baldar be. Ji ber sedemên; bidestxistina agahiyan di der barê mijarekê de, hevnasîna bi kesên biyanî re û danûstendina zanyariyan bi wan re mirov nikare bibêje ku chat “ne caiz e.” Lê belê mixabin lêkolîn destnîşan dikin ku chat, derî li ber van tiştan vedikin: Nexweşiyên derûnî yên ku nayên dermankirin, bêexlaqî, -bi rêya veşartina navan- derewkarî, axaftinên mustehcen, bêexlaqiyên cinsî û jihevketina mal û malbatan û hwd. Kesê Misilman divê hişyar be û tu carî nekeve van dav û dafikan.
Pêxemberê me (s.a.w) diyar dike ku pirê mirovan di der barê îstifadekirina ji wextê vala di xapandinê de ne. Li gorî vê, lazim e ku Misilman di wextên xwe yên vala de bi tiştên bi fêde mijûl bibe. Lewra zeman gelekî bi qîmet e. Hebakirina demê di karên bêfêde de bi rêya chatê, qet bi mirovê Misilman nakeve.