Pirs: Hukmê dayina xeracê -di rewşên mecbûrî de- di dîn de çi ye? Ma dayin xeracê jî mîna stendina wê heram e?
Bersiv: Xerac, ku mirov bi neheqî û bi darê zorê malê yekî din jê bistîne. Ew, gunehekî mezin e.
Xwedê Teala wiha ferman kiriye:
“Gelî bawermendan! Di navbera xwe de malên hev bi neheqî nexwin, lê belê ji bazirganiyeke ku we bi dilê xwe li hev kiribe hûn dikarin bixwin.”(Nîsa, 4/29)
‘Ebdullahê kurê ‘Emr gotiye ku min ev gotin ji Pêxemberê me bihîstiye:
“Kesê di ber parastina malê xwe de bê kuştin, şehîd e.” (Buxarî, Mezalim, 34; Muslim, Îman, 62).
Divê mirov di ber parastina malê xwe de –heta ji dest bê– xîretê nîşan bide û malê xwe biparêze. Heke mirov xeracê bide her kesê ku dixwaze vê yekê lê dike û giliyê kesên dixwazin bi darê zorê malê wî jê bistînin li merciyên têkildar neke, di vê rewşê de ew jî dikeve bin webal û gunehê bêdengiya li hemberî xerayibê.