Pirs:Xezûrê min hîn beriya ku ez bizewicim bi salan çûye ber rehma Xwedê. Ji xwesû, du law û keçeke xwe (ango hevsera min) re mîrata ne hindik hiştiye. Bûrayên min mal di nav xwe de dabeş nekirine, karên xwe bi hev re li ser vê mîrata ku ji bavê wan maye dwwam kirine. Hevsera min dibêje ku “ez şerm dikim, nikarim tiştekî ji birayên xwe bixwazim.” Lê belê pirsgirêkên me yên debarê hene. Ma mafê hevsera min heye ku ji birayên xwe daxwaza tiştê ji bavê wê maye bike? Ez hêvîdar im ku hûn li gorî dînê me rêyekê bi ber me bixin.
Bersiv: Parên mîratê ji aliyê Xwedê Teala ve hatine diyarkirin. Dê-bav an jî bira nikarin dest deynên mafê tu kesî. Ev, gunehekî gelekî mezin e.
Divê mîrata xezûrê we bi bal heşt paran ve were teqsîmkirin. Divê ku parek ji hevsera wî (ango ji xwesûya we) re, parek ji keça wî (hevsera we) re û ji her lawekî jî re du par were dayin.
Kesên ku mîrat ji wan re maye divê her gav van ayetên li jêr bînin bîra xwe, mîratê li gorî vê dabeş bikin û tu kes li kesekî neheqiyê meke.
Ayetên têkildar wiha ne:
“Xwedê, di der barê zarokên we de li we ferman dike ku ji mîratê, ji kuran re bi qasî para du keçan heye. Eger keç, di ser duyan re bin, vêca ji sisêyan didu yê mîratê ji wan re ye; eger keçek be nîvê mîratê jê re ye. Eger zarokên mirî hebin ji bo her yekî ji dê û bavê wî re şeşyek heye. Eger zarokên wî nebin û dê û bavê wî bibine mîratxwerê wî vêca ji dayîka wî re sêyek heye. Eger xwişk û birayên wî hebin îcar ji bo dayîka wî şeşyek heye. Ev, piştî pêkanîna wesiyet an jî dayîna deynên wî tê kirin. Bav (û dayik)ên we û kurên (zarokên) we, ji aliyê fêdeyê ve hûn nizanin kîjan ji we re nêztir in. (Ji lewra) par, ji aliyê Xwedê ve wiha hatine diyarkirin. Bê guman Xwedê zana ye, karbinecihê di karê xwe de ye.
(Gelî mêran!) ji mîrateya ku ji jinên we maye, eger zarokên wan tune bin nîvî yê we ye. Eger zarokên wan hebin vêca çaryeka mîrateya ku li pey xwe hiştine ji we re ye. Ev Piştî pêkanîna wesiyet an jî dayîna deynên wan e. Eger zarokên we nebin çaryeka mîrateya ku we li pey xwe hiştiye ji bo jinên we ye. Vêca eger zarokên we hebin, ji bo wan heştyeka mîrateya ku we li pey xwe hiştiye heye. Ev jî piştî pêkanîna qewîtiya we û piştî dayîna deynê we ye.
Eger mêr an jî jinek (ji aliyê dê ve) bi kelaletî bimre (zarok û dayika wî tunebe lê ji aliyê dê ve) bira yan jî xwişkek hebe, ji bo her yekî ji wan şeşyek heye; eger xwişk û bira ji yekî pirtir bin vêca ew bi wekhevî di sêyekê de pişkdar in. Ew, –bi awayê ku tu ziyanê nede– piştî pêkanîna wesiyet an jî dayîna deyn dibin xwediyê wê parê. Xwedê zana ye, berbihêr e.
Ev (dabeşkirina mîratê) sînorên ku Xwedê danîne. Kî bi ya Xwedê û Qasidê Wî bike, dê wî bixe bihuştên ku çem di nav wan de diherikin, dê heta hetayê tê de bimînin, ha ev e serfiraziya mezin.
Kî jî bêemriya Xwedê û Qasidê Wî bike û ji sînorên Wî derbas bibe, dê wî têxe agirekî ku tê de seraqetî bimîne. Ezabê riswaker jê re ye.” (Nîsa, 4/11-14)