Fetwayen Kurdi
Piştî hicretê, ma Misilmanan çima êrîşî karwanê Qureyşiyan kirin?

Piştî hicretê, ma Misilmanan çima êrîşî karwanê Qureyşiyan kirin?

Pirs: Dibêjin piştî ku Pêxember (s.a.w) bi bal Medîneyê ve koç dike û li vir bi cih dibe, êrîşî karwanê ku diçe Mekkeyê dike û Qureyşî li ser vê yekê dest bi şerê bi misilmanan re dikin. Ev agahî gelo rast e? Di vi halî de tiştê ku xuya dike Pêxember (s.a.w) û hevalên xwe, di dema êrîşa li ser karwanê Qureyşiyan sûcdar in! Lê belê eger ev vegotinên han ne rast bin, piştî koçkirina bi bal Medîneyê ve bi kîjan sedeman Misilmanan bi kafiran re ceng kirine?

Bersiv: Beriya her tiştî, dema meriv li ser mijareke dîrokî lêkolînekê bike divê ku meriv, sirf ne li gorî nûçekeyê belbî li gorî hemî sedem û encamên pêş û yên paşê mijarê meriv bûyerê binirxîne. Ev tişt pir girîng e.

Pêxember (s.a.w) û hevalên xwe sirf ji ber baweriya wan a dinî gef li wan dihatin kirin û mecbûr man ku dev ji welêt û hemî tiştên xwe berdin. Hinek ji wan ji bêçareyî diçin Hebeşîstanê (Etiyopya) û hin ên din jî bi bal Medîneyê ve koç dikin. Xelkê Mekkeyê bidestxistina malê misilmanan û biderxistina wan ji welatê wan nesekinîne, di heman wextê zor didan ên xwedî nufûz ji desthilatdarên Hebeşîstan û Medîneyê, da ku Misilmanên penaber nehewînin.[1]

Di Qur’ana Pîroz de sînor û xetên sor ên têlilatiya bi xeyrimisliman re wiha hatiye ravekirin:

“Xwedê, qencî û edaleta bi wan ên ku ji bo dîn şerê we nakin û we ji welatê we dernaxin, li we qedexe nake. Xwedê ji edaletkeran hez dike. Xwedê li we qedexe dike ku hûn wan ên ji bo dîn şerê we kirin û hûn ji cih û warê we der xistin û ji bo deranîna we arîkarî kirin, ku hûn ji xwe re bikin dost û arîkar. Kî wan ji xwe re bike dost û arîkar, vêca ha ew in ên stemkar.[2]

Li gorî ayetên Qur’ana Pîroz, di têkilatiya misilmanan bi xeyrimisliman re sê xetên sor hene:

Bi sedemî dînê me ku bi me re şer bikin,

Ku me ji welatê me derînin,

Arîkariya wan kesên ku me ji welatê me derdixin, bikin.

Û aşkere ye ku xelkê Mekkeyê ev her sê xetên sor hemî bin pê kiribûn.

Musluman jî dema bi bal Medîneyê ve koç kirin, da ku ji aliyê aborî ve wan têxin bin tecrîdê, nedihiştin ku karwanên Qureyşiyan di herêma ku dibin desthilatdariya wan de ye derbas bibin û bi vî awayî ango bi qedexekirina derbasbûna karwanê Qureyşiyan, misilmanan bi heman helwestê bersiva ehlê Mekkeyê didan.[3]

Ji ber vê yekê riwayetên ku misilmanan li Medîneyê êrîşî karwanê Qureyşiyan kir, ji aliyê huqûqa şer ve tiştekî normal e û divê normal bê dîtin jî.



[1] Bnh. Îbn Hîşam, Sîretû Îbn Hîşam, rp. 217 û piştî wê; Ehmed kurê Henbel, Musned, IV, 198.

[2] Mumtehîne, 60/8-9.

[3] Bnh. Muhammed Hamidullah, Hazreti Peygamberin Savaşları, çapa 4’mîn, Weşanên Yağmur, rp. 56.