Pirs: Di der barê mîratê de -li gorî huqûqa Osmanî- biryareke wiha hatiye dayin: Jineke ku di sala 1908an de çûye ber rehma Xwedê, wekî wêrisan li pey xwe hevser û keçeke 3 salî hiştiye. Di îlana werasetê de dadgeh, ji malên ku emlak in çaryeka wê (1/4) dide mêr, ji çaran sisêyê wê jî dide keçê; temamê (4/4) araziyên ku mane jî dide keçê û jê tu tiştekî nade hevserê pîrekê, ango bavê keçikê. Pirs, di der barê vê bêparsengiya dabeşkirina arazî û emlakan de ye… Ma di vir de neheqiyek heye, an jî dabeşkirina emlak û araziyan di qanûna wê heyamê de ne wekî hev bûn?
Bersiv: Di heyama dawî ji dewra Osmaniyan di teqsîmkirina mîrata mulkên şexsî de hukum û biryarên huqûqa Îslamê (feraiz) esas dihat girtin, lê di teqsîma erdên (araziyên mîrî) ku ne malê şexsî ne (hîn jî mulkiyeta wan di destê dewletê de ye) û dewletê bi şertên cur bi cur dane kesan de Qanûna Întiqalê bingeh digat girtin. Parvekirina mîrata ku di pirsa we de derbas dibe, ji vê cudahiyê derdikeve holê.
Bi guhertina ku di sala 1284/1868an de hatiye kirin, li gorî Qanûna Întiqalê di teqsîma araziyên mîrî de heke zarok an jî neviyên kesê mirî hebe ji jina wî re par nakeve, lê li gorî Biryarnameya Qanûna Întiqalê ya di sala 1328/1912an de ketiye meriyetê ji bo jin û mêrê ku bûne wêris heke zarokên kesê mirî hebe di teqsîma araziyên mîrî de çaryeka wê jê re ye. (Ji bo agahiyên berfirehtir bnr: : Ömer Nasuhi Bilmen, Hukukı İslâmiyye ve Istılahatı Fıkhiyye Kamusu, c: 5, rp: 389-406)