Pirs: Mêr mir. Hevsera wî li pey ma. Di vê rewşê de hevsera wî çaryeka mîratê digre. Lê belê ji çara sisiyê mîratê dê kî bigre?
Bersiv: Li gorî hukmê vê ayetê “… Eger ku zarokên we nebin çaryeka mîrateya ku we li pey xwe hiştiye ji jinên we re ye.” (Nîsa, 4/12) pîreka ku dibe wêrisê mêrê xwe yê ku bêdunde miriye, çaryeka mîratê digre. Tiştê mayî ji mîratê jî bi sedema ku zarokên mirî tunene dê û bav, heke ew jî tunebin dapîr û bapîr, birayên wî û zarokên birayên wî, ap an jî met ji xizmên nêz re dimîne. Ji ber ku we di pirsa xwe aşkere nekiriye bê ka ji van xizman kî heye, em jî nikarin diyar bikin bê ka ji eqrebayan kî bi kîjan nîsbetê dibe wêris.
Mêr û jin bi rêya zewacê, xizmên din jî bi rêya eqrebatiyê (rehîmê) dibin wêrisê hev. Piştî ku ên bi rêya zewacê dibin wêris para xwe girtin, xizmên ku bi rêya rehîmê dibin wêris dê para xwe bigrin. Di ayetên têkildar de wiha tê fermankirin:
“Di kitêba Xwedê de xizmên bi rêya rehîmê ji hev re pêşdetir in (di wêrisiyê de).” (Enfal, 8/75; Ehzab, 33/6)
“Ji mîrateya ku dê û bav û lêziman li pey xwe hiştine, ji mêran re parek heye. Ji jinan re jî, ji mîrateya ku dê û bav û lêziman li pey xwe hiştine parek heye. (Mîrata ku li pey xwe hiştine) çi hindik çi pir dibe.” (Nîsa, 4/7).