Pirs: Çima Xwedê Teala dabeşkirina mîrata ku di sûreyê Beqere ayeta 180an de derbas dibe, di ayetên 11 û 12an de ji sûreyê Nîsa rave kiriye?
Bersiv: Qur’an, wekî berhemeke fizîk, qanûn û matematîkê bi bal mijar ûu danekan ve nehatiye dabeşkirin. Eger wisa bûna, dê bi bal çend mijaran bi tenê ve temas bihata kirin. Halbukî ew, Kitêbeke ku her tiştî rave dike. Xwedê Teala wiha ferman dike:
“Me ev Kitêb ji bo te parçe parçe hinart da ku her tiştî rave bike û bibe jêdera hîdayet, rehmet û mizgîniyê ji bo Mislimanan.” (Nehl, 16/98)
Ji bo vê jî azîneyek heye. Di der barê vê de Xwedê Teala wiha ferman dike:
“Elîf, Lam, Ra. Ev kitêbeke wisa ye ku ayetên wê ji aliyê Xwedayê Hekîm ê Xebîr ve muhkem hatine dêrandin û piştre hatine tefsîlkirin.” (Hûd, 11/1)
“Xwedê spehîtirînê peyvan, kitêbeke ku ayetên wê muteşabih û menasî ne hinartiye.” (Zumer, 39/23)
Ji bo du tiştên ku dişibin hev “muteşabih=متشابه” tê gotin. Mesanî (مثاني) jî pirjimara mesna (مثنى) ya ku di wateya tiştê didu didu tê dubarekirin re tê gotin. Ev jî tê wateya ku ayetên Qur’anê ji komên dişibin hevdu û didu didu tên dubarekirin pêk tê. Ev, destnîşan dike ku ayeteke Qur’anê dişibe gelek ayetên din û têkiliyeke dubendî di navbera wan de heye.
Ayetên di der barê mîratê de jî bi vî rengî ne. Di ayeta 180 ji sûreyê Beqere, erka dabeşkirina mîratê li civakê ango li Misilmanan hatiye barkirin. Em vê yekê ji îfadeya “li ser we hatiye ferzkirin (كتب عليكم)” fêhm dikin. Ji îfadeya “li gorî me‘rûfê (بالمعروف)” jî tê fêhmê ku “hisseyên diyar in”. Hem di ayeta 11an ji sûreyê Nîsa hem di ayeta 180an ji sûreyê Beqere bi awayekî aşkere hatiye diyarkirin ku rêjeya hisseyan nayê guhertin.
Hûkmên mîratê wekî ku rasterast di ayetên 180an ji sûreyê Beqere; ayetên 7, 11, 12 û 176 ji sûreyê Nîsa, di hin ayetan de wekî ayeta 75an ji sûreyê Enfal neyekser derbas dibe.
Ji bo agahiyên berfirehtir di der barê azîneya ravekirina Qur’ana Pîroz ji kerema xwe re serî li navnîşana jêr bidin:
www.suleymaniyevakfi.org/arastirmalar/kurani-aciklamada-usul.html