Pirs: Li gorî dînê me hukmê meseleya “sêwiyê bapîr” ya di mîratê de çi ye? Dayika min, beriya bavê xwe çû ber rehma Xwedê. Ez û birayê xwe ma em dikarin bi xalê xwe re bibin wêris. An jî bi tenê xalê min dibe mîraxwirên bapîrê me?
Bersiv: Heke bav an jî dayika mirov, beriya kesê ku mîrat li pey xwe hiştiye (bapîr an jî dapîr) miribe, nevî dikevin dewsa bav an jî dayika xwe û dibin wêrisên bapîrê/dapîra xwe. Wefata dê an jî bav beriya bapîr û dapîrê, neviyan ji mîratê bêpar nake. Heke nevî bi rêya dayikê bigihîjin kesê mirî para keçê, heke bi rêya bav bigihîjin kesê mîrat li pey hiştiye bi qasî para ku ji law re dikeve digrin.
Heke em werin pirsa we: Hûn ji dikarin ji dêvla dayika xwe bi xalê xwe re bibin wêrisê bapîrê xwe. Di vê rewşê de mîrat dibe sê par: Du par ji xalê we re ye. Yek para ku behra dayika we ye jî hûn ê bi birayê xwe re par ve bikin.
Bi sedema ku di Qur’ana Pîroz û kirinên Pêxember (s.a.w) de ji bo xizman rêyên ku mirov digihînin mirî li ber çavan hatiye girtin û bi vî awayî ew kirine wêris, pirsgirêke bi navê “sêwiyê bapîr” dernakeve holê. Ayeteke bi vê yekê re têkildar wiha ye:
“Xwedê, di der barê zarokên we de li we ferman dike ku ji mîratê, ji kuran re bi qasî para du keçan heye… Bav (û dayik)ên we û kurên (zarokên) we, ji aliyê fêdeyê ve hûn nizanin kîjan ji we re nêztir in.” (Nîsa, 4/11)
Di ayeta di der barê wêrisiya zarokan de keç û kur bi hev re bûne wêris û hatiye destnîşankirin ji bilî ku –ji kur re du par, ji keçê re parek– di dabeşkirina mîratê de di navbera wan de tu cudahî tuneye. (Bnr: Nîsa, 4/11)
Ji bo agahiyên berfireh di der barê sedema derketina pirsgirêka sêwiyê bapîr, nêrînên mezheban yên cur bi cur û di der barê ku pirsgirêkeke wiha di çarçoveya Qur’an û sunnetê de tuneye hûn dikarin gotara bi sernavê “İslam Hukukunda Dede Yetimliği” ji navnîşana jêr bixwînin: