Fetwayen Kurdi
Ma kesê nikaribe deynê xwe bide, tu ceza lê tê birin?

Ma kesê nikaribe deynê xwe bide, tu ceza lê tê birin?

Pirs: Li gorî huqûqa Îslamê, kesê ku nikaribe deynê xwe bide, ma cezayê wî girtîgeh e?

Bersiv: Di babeta kesê ku nikare deynê xwe bide tifaqa zanyaran heye ku tu ceza lê nayê birîn. Lewra ayeta têkildar pir aşkere ye. Xwedê Teala wiha ferman dike:

Eger (deyndar) destteng be, heta destfirehiyê li hêviyê tê sekinandin. Eger we bizanibûna, lêborîna we ji we re hîn çêtir.[1]

Ji bo kesê ku qaweta wî digihêje dayina deyn û bi derengî dixe, Ebû Henîfe dibêje ku tê hebiskirin. Lê belê ew vî tiştî, ne ji bo derengxistina deyn belbî da ku deyndar deynê xwe bide û hebiskirina wî, wekî rêyeke ji bo astengkirina neheqiyê dibîne. Lewra Ebû Henîfe, firotina malê deyndar bi rêya heczê qebûl nake. Li gorî wî, “Eger malê deyndar hebe, hakim di vî malî de nikare teseruf bike. Dê deyndar bi demeke nediyar hebis bike, da ku malê xwe bifiroşe û deynê xwe bide. Vê jî ji bo ku deyndêr mafê xwe bi dest bixin û neheqî ji holê rabe, dike.”[2]

Derketina deyndar ji hebsê piştî ku deynê xwe da, dide xuyakirin ku hebiskirina wî ne ji bo derengxistinê ye. Kesê ku beriya ketina hebsê deynê xwe bide, tu kes wî naxe hebsê. Ji Henefiyan pê ve tu mehzebekî ku behsa pêdiviya hebsê bike, tune ye.



[1] Beqere, 2/280.

[2] ‘Elî kurê Ebîbekr el-Merxînanî, el-Hîdaye Şerhû Bidayetî’l-Mubtedî, Stenbol 1985, Kitabu’l-Hacr, Babu’l-Hacr bi Sebebi’d-Deyn, III, 285.