Fetwayen Kurdi
Cezayê vexwarina meyê çi ye?

Cezayê vexwarina meyê çi ye?

Pirs: Di Qur’an û sunetê de ji bo vexwarina meyê tu cezayekî sabit heye yan na? Min di hin çavkaniyan de xwend ku Pêxember (s.a.w) û Hezretî Umer (x.j.q), li kesê ku mey vexwariye 40 dar an jî 80 qamçî, xistiye. Ma ev agahî rast in?

Bersiv: Di huqûqa Îslamê de ceza sê cur in. Qisas, hed û te‘zîr. Cezayên ku bi Qur’an û bi suneta sehîh hatine tesbîtkirin ji bilî qisas û diyetê (xwîn), di termînolojiya fiqhê de jê re tê gotin hed. Lê têgeha te‘zîrê, di huqûqa Îslamê de ji bo cezayên ku ji bilî hed û qisasê û bi îctihadê tên tesbîtkirin re tê gotin.

Li gorî Qur’ana Pîroz cezayên hedê wiha ne:

Cezayê zinayê lêdana (100) daran,

Lêdana 80 darî û neqebûlkirina şahdeyiya kesê ku sûcê zinayê dixe stûyê pîrekeke bi namûs,

Jêkirina destê kesê diz,

Kesê ku bi çekan xesbê bike yan jî li serê rêyan eşqiyatiyê bike, kuştin, bidarvekirin, jêkirina dest û piyan çepûrast an jî penaberkirina wan.

“Di Qur’an û sunetê de digel ku mey û tiştên serxweşiyê çêdikin bi awayekî aşkere hatine qedexekirin jî ji ber ku di serdema Pêxember de (s.a.w) ji bo kesê ku mey vexwaribe ji aliyê şekl û jimarê ve cezayên celdê yên cuda û hin cezayên zêdeyî celdê hatine dayin[1], Hezretî Ebû Bekir (x.j.q) li kesê ku mey vexwariye 40, Hezretî Umer (x.j.q) di encama şêwra ku bi sehabiyan re dike, 80 daran tetbîq dike.[2] Ev dibin sedem ji bo nîqaşa ku ev ceza, bê ka çiqas hed e.

Li gorî Henefî, Malikî û Henbeliyan 80 darê ku li kesê serxweş tê xistin hemî hed e, li gorî Şafiî, Zahirî û Zeydiyan, 40’ê pêşîn ji heştêyî hed in, çilê paşî dikeve bin qismê te‘zîrê.

Her çiqas herdu alî jî di lêdana çil an jî heştê daran ji bo kesê mey vexwaribe behsa îcma‘a sehabiyan bikin jî dema mirov riwayetên ku behsa tetbîqatên cuda ji serdema Pêxember û Xulefayê Raşidîn dide ber çavan, îmkana nirxandina ku tetbîqa Qasidê Xwedê bi xwe jî dibe ku ji qismê te‘zîrê be, derdikeve holê.”[3]



[1] Buxarî, “Hudûd”, 4; Ebû Dawûd, “Hudûd”. 35-36; Şewkanî, VII, 156-157.

[2] Ebû Dawûd, “Hudûd”, 37; Şewkanî, VII, 156-157.

[3] Ali Bardakoğlu, “Had”, Ansîklopediya Îslamî ya Weqfa Dîyanetê (DİA), Stenbol 1996, XIV, 548.