Pirs: Di vîdeoyeke di înternetê de tê gotin ku Hamanê di dema Mûsa aleyhisselam jiyaye û behsa wî di Qur’anê de tê kirin di rastiya xwe de navê Pers (Faris)an e û ji ber vê yekê di Qur’anê de xeletî heye. Hûn dikarin vê mijarê rave bikin? Ma rastiya meseleyê çi ye?
Bersiv: “Navê Haman di şeş ayetên de Qur’anê de digel Firewn derbas dibe (Qeses 28/6, 8, 38; ‘Enkebût 29/39; Xafir 40/24, 36). Li gorî ku ji van ayetan diyar dibe Xwedê Teala Hz. Mûsa bi ayet, mucîze û delîlan bi bal Firewn, Haman û Qarûn ve şandiye, lê belê wan Mûsa bi “sêhbazekî pir derewkar” sûcdar kirine û teblîxa wî red kirine (‘Enkebût 29/39; Xafir 40/23-24). Bi ser de Firewnê ku doza îlahtiyê dikir dema Mûsa ew bi bal qebûlkirina Xwedayê mezin ve vexwend ji giregirên civaka xwe gotibû “Ez ji bo we, ji xwe pê ve îlahekî din nas nakim” (Qeses, 28/38), ji Haman jî xwestibû ku jê re bircekê ava bike da ku xwe bigihîne îlahê Mûsa û Wî bibîne (Xafir, 40/36-37). Di dawiyê de bi sedema gunehên xwe Qarûn, Firewn û Haman hatin sizakirin (‘Enkebût, 29/39).
Hamanê ku navê wî di Qur’anê de dibore, divê an wezîrê Firewnê ku Mûsa pê re bûbû muxateb û mucadele pê re kiribû ye, yan di koşka wî de kesekî girîng e yan jî serekrahibê kulta Amon be.
Navê Haman di Ahdiqedîm/Peymana Pêşîn di kitêba Esterê de wekî wezîrê Kesrayê Îranê Ahaşweroş (di Îbranî de Ahasuerus, Latinî de Assuerus, Yewnanî de Xerxes) derbas dibe. Li gorî vê Haman kuştina temamê Cihûyên li şahînşahiyê plan kiriye, di vê mijarê de ji şah destûr girtiye, lê belê li ser mudaxeleya şahbanûya bi esil Cihû Esterê di dewsa Cihûyan de neyarên wan hatine kuştin, wezîr Haman û zarokên xwe jî hatine daleqandin (Ester, 7/10; 9/7-10).
Hamanê ku di Qur’anê de derbas û yê di Ahdiqedîm de ne heman kes in; lewra ew li cihên cuda û demên cuda jiyane. Hin rojhilatnas bûyer û kesayetên di Ahdiqedîm de wekî rastî dipejirînin û iddia dikin ku Qur’an agahiyên şaş dide, Hamanê ku wezîrê Kesrayê Persî ye wekî wezîrê Firewn nîşan dide û wan herdu bûyer û heyaman tevlihev dike. Lê belê wekî ku di der barê nivîskar û dema nivîsandina kitêba Esterê de agahiyên teqez tuneye rastiya bûyerên ku tên vegotin jî bi guman in. Li aliyekî hin kes bûyerên ku di kitêba Esterê de -di serdema V’em ya beriya zayînê de qewimîne- tên vegotin wekî rastiyê qebûl dikin, li aliyê din gelek lêkolîner dihizirin ku ev bûyer bi bandora têkoşîna mîtoljîk ya di navbera îlahên Babilonya û Elamê de derketine holê. Li gorî van navê Haman, îlahê Elamiyan Humman (Hamman) îfade dike. Hin lêkolîner jî dibêjin ku Haman lehengekî xeyalî yê cejna Purimê ye. Tê iddiakirin hin agahiyên di kitêba Esterê de yên di der barê seraya Şuşan “Suse” û rêveberiya Îranê de rast in, lê hinên xeyalî jî tê de hene. A. Bentzen ev kitêb, wekî “romana dîrokî” wesifandiye. Ahaweroşê ku di kitêba Esterê de dibore wekî Kesrayê Îranê I, Xerxes (b.z. 486-465) tê qebûlkirin. Li gorî zanyariyên ku Heredotos dide, navê şahbanûyê Amestris e. Di salnameyên vê keyetiyê de qala keybanû Vaştî û Estera ku di kitêba Esterê de diborin qet nayê kirin. Jixwe kitêba Esterê di encama nîqaş û gengeşiyên kûr û dûr de ketiye nav kitêbên pîroz yên Cihûyan. Ne rast e mirov agahiyeke dirokî ya ku li ser rastiya wê gengeşî heye bingeh bigre û zanyariyên ku di Qur’anê diborin li gorî wê binirxîne. Ji bilî manendiya nav, tu têkiliya Hamanê ku di Qur’anê de behsa wî tê kirin û Hamamê ku di Kitêba Pîroz de derbas dibe tuneye.”
(JÊDER: Şaban Kuzgun, “Hâmân”, Ansîklopediya Îslamî ya Diyanetê, Stenbol 1997, c: 15, rp: 436-437)