Pirs: Tê iddiakirin ku di Qur’ana Pîroz de hin helbestên beriya Îslamiyetê hene. Heta hin kes angaşt dikin ku bi îlhama ji wan helbestan hin ayetên Qur’anê hatine çêkirin. Şîroveya we ya di der barê vê mijarê de çi ye?
Bersiv: İddiayên di der barê ku di Qur’ana Pîroz de helbest heye ne di roja me de bi tenê heta di çavkaniyên siyer û dîrokê de derbas dibe ku di dema hinartina Qur’anê de ji aliyê muşrikan ve angaştên bi vî awayî dihatin kirin. Xwedê Teala di der barê ku Qur’an ne helbest e wiha ferman dike:
“Me helbest fêrî wî (Muhemmed) nekiriye; jixwe ne pêdivî ye. Ev, bi tenê zikr û qur’aneke raveker e. Da ku yên zindî hişyar bike û da ku ji kafiran re vebirî diyar bibe ku ew gotina Xwedê ye hatiye hinartin.” (Yasîn, 36/69-70)
“Ew, ne gotina helbestvanekî ye. Hûn çiqas kêm bawer dikin!” (Haqqe, 69/41)
Çawa ku Qur’an bi tevahî ne helbest e, tu helbest jî di Qur’anê de tunene. Riwayeta di der barê misilmanbûna ‘Umerê kurê Xettab ya ku di çavkaniyan de derbas dibe ji aliyê ve gelekî girîng e. Riwayeta ku ji ‘Umer bi xwe hatiye ragihandin wiha ye:
“Şevekê ji bo ku meyê vexwim ez derketim der. Piştî ku min ji bo vexwarina meyê tu cihek nedît, min biryar da ku biçim Ke‘beyê tewaf bikim. Dema ku ez hatim Ke‘beyê min dît ku Pêxember nimêj dike. Bi mebesta ku ez li Qur’ana di nimêjê de dixwend guhdarî bikim û da ku min nebîne, ez ketim bin perdeya Ke‘beyê û hêdîka ez hatim pêşiya wî. Ew bi min nehesiya. Min li sûreyê Haqqe yê ku di nimêjê de dixwend guhdarî kir. Gava min di dilê xwe de got ku ‘Tiştê dixwîne, wekî ku Qureyşî dibêjin peyva helbestvanekî ye.’ wî ayetên ‘Ew, ne gotina helbestvanekî ye. Hûn çiqas kêm bawer dikin! Ew, ne gotina remildarekî jî ye, hûn çiqas hindikî difikirin!’ (Haqqe, 69/41-42) xwendin. Li ser vê gava min di dilê xwe de got ku ‘Heke ne gotina remildar û helbestvanekî be, wê gavê ew derewa Muhemmed e’, wî ayetên ‘Heke wî (Muhemmed) li ser navê Me hin gotin lêbianîna, Me yê ew bi hêz bigirta, piştre Me yê dilreha wî biqetanda. Ji we tu kesî jî dê nikariba ji bo wî berevanî bikira.’ (Haqqe, 69/44-47) xwendin. Bersiva temamê gotinên min dihate dayîn. Dilê min nerm bû, çavên min şil bûn. Qur’anê kir ku ez misilman bibim. Îslam bi temamî ket dilê min. Di dawiyê de (Pêxember) nimêja xwe xelas kir û bi aliyê mala xwe ve çû. Min jî da pey wî. Di kuça mala xwe de ez his kirim (bi min hesiya). Guman kir ku ez ê xerabiyekê pê bikim û gava got ku ‘Tu çi dixwazî ey ‘Umer!’, min got ‘Ez hatime ku bi Xwedê, qasidê Wî û tiştê ku aniye baweriyê bînim.’ Dilê min mist da û ji min re dua kir. Piştre got ‘Xwedê tu rasterê kirî ey ‘Umer!’ û çû mala xwe.”
(Mehmet Azimli, di der barê vê riwayeta ku qala misilmabûna Hz. ‘Umer dike de agahiyên girîng dide û dibêje ev, ji riwayeta misilmanbûna ‘Umer ya ku di nav gel de meşhûr e ewletir e. Ji bo agahiyên berfirehir bnr: Mehmet Azimli, Siyeri Farklı Okumak, Weşanên Ankara Okulu, Ankara, 2010, rp: 115 û piştî wê. Ji bo dîtina riwayetê di jêderên kevneşopî de bnr: Ehmedê kurê Hanbel, I/17; Îbn Hişam, es-Sîretu’n-Nebewiyye, c: 3, rp: 166).