Pirs: Çima ayetên Qur’anê ne li gorî mijarên xwe hatine nivîsandin? Li ser meseleyê mijara heccê di çend sûreyan de hatiye vegotin. Nimêj jî wisa… Gelo mijarên Qur’anê çima wiha di sûreyên cur bi cur de hatine vegotin?
Bersiv: Bi sedema ku Qur’an; ne berhema îbadet, exlaq, huqûq fizîk… û hwd. ye, mijar nehatine rêzkirin. Ji ber ku ew kitêbeke mucîzewî ye û qala her tiştî dike, ayeteke mirov hizir dike ku di der barê mijarekê de ye têkiliya wê –çi yekser çi jî ne yekser– bi gelek mijarên din re tê çêkirin. Ev pergala wê ya îlahî, dike ku qet neqede û bêdawî be. Her wekî jimaran… Di halê ku li gorî disîplînekê bi deh jimaran bi tenê nimreya telefonekê tê çêkirin, lê mirov dikare bi heman deh jimaran bêyî armanckirina rêzeke diyar nimreyên bêpayan amade bike. Em dikarin mînakeke wiha bidin:
Xwedê Teala wiha ferman dike:
“Di bîr bînin dema ku Xwedê, ji du beran (bidestxistina karwanê Qureyşiyan an jî serkeftina leşkerî) peymana yekê ji wan dabû we; we jî ya hêsan (bidestxistina karwan) ji xwe re dixwest. Lê belê Xwedê dixwest ku bi gotinên xwe heqiyê misoger bike û dawiyê li kafiran bîne.” (Enfal, 8/7).
Heke şopa peymana di vê ayeta -ku piştî cenga Bedrê di dema parvekirina xenîmetan de hatiye hinartin- jor de dibore di Qur’anê de were şopandin, dê bê dîtin ku ev ayetên li jêr ji hin aliyan ve bi ayeta jorîn re têkildar e. Xwede Teala wiha ferman dike:
“Elîf, Lam, Mîm. Rûm, hatin şikandin. Li cihekî gelekî nêz; lê piştî vê têkçûnê dê biserkevin. Di nava çend salan de… Emr û ferman di serî û dawî de her ji Xwedê re ye. Di wê rojê de bawermend jî dê dilşad bibin. Ev dê bi arîkariya Xwedê çêbibe… Ew, arîkariya yê ku li gorî pergala Wî tevdigerin dike. Her Xwedê ye yê serdest, yê dilovîn. (Ev serkeftin) peymana Xwedê ye. Her çiqas pirên mirovan nizanibin jî Xwedê ji peymana xwe venagere.” (Rûm, 30/1-6)
Muhtemel e ku Misilmanan bi sedema sûreyê Rûm dema hatina vê peyamê dişopandin. Li hêviya nûçeyeke ku dê ji bakur were bûn. Di vê navberê de xebera karwan hatibû û dihizirîn ku peyam dê ev be. Bi vê armancê derketin rê; lê belê ji ber ku artêşa Mekkeyê nêz bûbû û îhtimala bidestxistina karwanê jî ji holê rabûbû hedef hatibû guhartin û bi vê re eleqedar fikir û xeyalên wan serûbin bûbûn.
Lê belê êdî şer jî misoger bûbû. Di vê rewşê de Misilman diqeliqîn û nerihetiyek bi wan re peydabûbû. Em vê tengezariya wan di sûreyê Enfal de dibînin. Gengaz e ku di ayeta sûreyê Enfal de ya di der barê vê peymamê de qala vê dilnerihetiyê dike. Ango “Hûn, bi hêviya pêkhatina peymama Xwedê ji bo kerwan derketibûn rê. Hûn dihizirîn ku dê hêsan be; lê belê bi sedema ku Xwedê ya ku ji bo çêtir e daxwaz kir, hûn û artêş hatin pêşberî hev. We di der barê peymam û artêşa li pêşberî we ye de endîşe û lava kirin. Xwedê jî duayê we qebûl kir û digel ku we di cengê de şaşiyeke girîn jî kir bi sedema peyama ku Xwedê dabû, hûn di cengê de bi ser ketin”
Şaşiya di cengê hatibû kirin, beriya ku di qada cengê de neyarê xwe bipelixînin û bi temamî zora wan bibin bilîbûna Misilmanan bi girtina dîlan bû.
Di sûreyê Enfal ayeta 67an de Xwedê Teala wiha ferman dike:
“Heta ku di qada şer de desthilatiyê bi dest nexe, mafê tu pêxemberekî tune ye ku (di şer de) esîran bigre. Hûn pertalekî ku zû bidest bixin dixwazin, Xwedê jî ya piştî wê dixwaze. Xwedê ezîz e, hekîm e.”
Di dewsa ku bi girtina dîlan mijûl bibûna divê ku herba xwe berdewam bikirina û bidana pey yên ku direvin. Dawîanîna li kafiran û qirkirina wan encax bi vî awayî pêkan bû û jixwe daxwaza Xwedê Teala jî ev bû.
“Lê belê Xwedê dixwest ku bi gotinên xwe heqiyê misoger bike û dawiyê li kafiran bîne.” (Enfal, 8/7).
Di ayeta 4an ji sûreyê Muhemmed de di der barê tiştên ku di dema cengê û piştê wê de divê werin wiha hatiye fermankirin:
“Gava di şer de hûn rastî kafiran bên li stûyên wan bixin. Gava hûn bi serketin, vêca qeydên wan bişidînin (wan esîr bigirin). Paşê yan wan bêgerew (bê bedêl) an jî bi gerew wan berdin. Daku giraniya cengê biqede.” (Muhemmed, 47/4)
Bi sedema vê şaşiyê, pêkan bû ku encama cengê gelekî dilêş bûne.
“Heke Xwedê berê ev nenivîsandibûya (ku ji herdu beran yek ya we ye), bi sedema esîrgirtina we dê ezabekî mezin hûn bigirtana.” (Enfal, 8/68)
Lewra di cenga Uhudê de wiha çêbû. Tiştê ku di cenga Bedrê hat serê Mekkeyiyan li Uhudê hate serê Misilmanan:
“Eger hûn (li Uhudê) birîndar bûbin, bê guman civaka li hemberî we jî berê birîndarî bûbû. Em wan rojan di navbera mirovan de bi dor digerînin. Ev, da ku Xwedê wan ên ku (ji dil û can) bawerî anîne derxe rastê û hinekan ji we bike şehidê li ser vê. Xwedê ji zaliman hez nake.” (Alî Îmran, 3/140)
Lê belê ji ber ku peymama Xwedê hebû, Misilmanan di cenga Bedrê de şikestineke wiha nexwarin. Ji ber vê yekê peymama ku di sûreyê Enfal de dibore divê ya ku di sûreyê Rûm de derbas dibe be.
Wekî tê dîtin, ayetên ku di sûreyên Qur’anê yên cur bi cur de diborin, dibin ku parçeyên mijareke cuda temam dikin. Wekî maddeyên cuda yên ku di xwezayê de belavela ne; lê belê ji bo pêkanîna wezîfeyekê di laboratuarê de werin berhevkirin, ayetên Qur’anê jî malzemeyên amade ne ku bibin parçe ji bo her mijarê. Ev rêzkirina îlahî her çiqas di serî de dîmenekî belavela nîşan bide jî, rêzkirineke ku derfet û qabiliyeteke bêdawî ji bo kirînan di xwe de dihewîne.
Dr. Fatih Orum