Pirs: Ma dê “pêşewa/îmamên” ku di ayeta 71an ji sûreyê Îsra “Roja ku Em ê gazî her mirovî -digel pêşewa/îmamê wî- bikin” dibore, kî bin?
Bersiv: Ayetên têkildar wiha ne:
“Roja ku Em ê gazî her mirovî -digel pêşewa/îmamê wî- bikin, vêca deftera emelê kê ji rexê rastê ve were dayîn, ew deftera emelê xwe dixwîne û bi qasî derzika sîsika xurmê jî neheqê lê nayê kirin. Ew ê ku li vê dunyayê dilkor be, vêca ew li axretê jî kor e û rêya xwe jî gelekî şaş kiriye.” (Îsra, 17/71-72)
Îmam (امام) di zimanê ‘Erebî de ji radera “emm (ام)” a ku di wateya ‘ketina pêş’, ‘sewq û îdarekirinê’ hatiye çêkirin. Di Qur’ana Pîroz de îmam (pêşewa), di wateya “kesên ku mirovan gazî bi bal rêya rast an jî şaş dikin” hatiye bikaranîn. Ayetên têkildar wiha ne:
“Çi dema ku sebir kirin û ji dil bi ayetên Me bawerî anîn, Me ji nav wan, îmamên/rêberên ku bi emrê Me xelk rasterê dikirin, derxistin.” (Secde, 32/24). (Wekî din bnr: Enbiya 21/73).
“Ew û leşkerên xwe, li ser rûyê bi neheqî xwe mezin dêran û ji wan we ye ku ew ê li me neyên vegerandin. Me jî ew û leşkerên wî girtin û di deryayê de werkirin. De binêre ka encama zaliman çawa bûye! Me ew kirin îmamên/serokên ku (xelkê) gazî bal êgir ve dikin. Roja qiyametê jî dê arîkariya wan neyê kirin.” (Qeses, 28/39-41). (Wekî din bnr: Tewbe, 9/12).
Wekî ku ji ayetan diyar e îmam, di wateya “kesên ku mirovan bi bal başiyê ve gazî yan jî wan sewqî bi bal xerabiyê ve dikin” hatiye bikaranîn. Ji ber vê yekê di roja me de kesên ku însan didin pey wan, fikr û ramanên baş û xerab û mirovên dînî û siyasî yên ku bandorê li mirovan dikin, dikevin bin vê bergehê.