Pirs: Ma mebest ji bêjeya “ehbar”ê ya ku di Qur’anê de derbas dibe kî ne?
Bersiv: “Ehbar”, pirjimara “hibr”ê ye. Hibr (حبر) jî di ferhengê de bi wateya “alim”, “zanyar” , “hibir” û hwd. tê. (Bnr: Îbn Manzûr, Lisanu’l-‘Erab, c: IV, rp: 157; el-Îsfehanî, Mufredat, rp: 215.)
Di berhemên tefsîrê de ji bo bêjeya “ehbar”ê ev wateyên han: “Alimên dînê Cihûtiyê”, “Zanyarên Olî”, “Feqîh”, “Zahid” û hwd. hatine dayîn.
Ehbar; kesê ku di mijarekê de yan jî bi tenê di meseleyên olî de berhem û nivîsan dinivîse; bi wateya xwe ya taybetî zanyarên ola Cihûtiyê, bi gelemperî jî ji bo temamê zanyar/aliman –çi yê Misilmanan çi jî yê xeyrimusliman– tê bikaranîn. (Bnr: Îbn Manzûr, Lisanu’l-‘Erab, c: IV, rp: 157; el-Îsfehanî, Mufredat, rp: 215; Maîde, 5/44)
Ev bêje di Qur’anê de çar caran û temamê wan jî bi qalibê pirjimarî derbas dibe. (Maîde, 5/44, 63; Tewbe, 9/31, 34.) Yek ji wan mealen wiha ye:
“Gelî yên ku bawerî anîne! Gelek ji alim (ehbar) û zanyaran (ruhbanan), malên xelkê bi stemkarî dixwin û riya Xwedê li ber wan digrin. …” (Tewbe, 9/34)
Jêder: Aydın Mülayim, Kur’an’da Din Adamları, Süleymaniye Vakfı Yayınları (Weşanên Weqfa Suleymaniyeyê), Stenbol, 2016, rp: 58.