Pirs: Ma cezayê kesê ku rojiya xwe dixwe 61 roj e? Mirovê ku bêyî hebûna sebebekî rojiyê negre divê çi bike?
Bersiv: Di rojiya meha Remezanê de ji piştî paşîvê xwarin-vexwarin û têkiliya cinsî heram e. Ev kirinên han, tê wateya binpêkirin û rabûna li ber fermana Xwedê Teala. Gunehê kesê wiha bike gelekî mezin e. Di hedîseke xwe de Pêxemberê me (s.a.w) wiha gotiye:
“Kî di meha Remezanê bêyî ku uzrê wî hebe yan jî nexweş be rojekê rojiya xwe bişkîne, temamê temenê xwe bi rojî derbas bike jî nakeve dewsa wê rojiya ku şikandiye.” (Buxarî, Sewm, 29)
Kesê ku di rewşeke wiha de be divê ji kirina xwe poşman bibe û ji Xwedê Teala bexşandinê bixwaze. Ji bo pejirandina tobeya xwe jî divê hinekî sedeqe bide. Lê belê ne lazim e ku rojiya qeza yan jî rojiya kefaretê bigre.
Tê neqilkirin ku ji fuqehayên Malikiyan Ebû Bekr Îbnu’l-‘Erebî wiha gotiye:
“Di der barê kesê ku di meha Remezanê de qesden xwaribe û vexwaribe de hinan gotine ku; hem qeza hem jî kefaret hewce ye. Hinan jî gotine ku; bi tenê qeza lazim e. Ez bi xwe, li ser fikra ku ji bo kesekî wiha ne qezakirina rojiyê ne jî kefaret hewce ye, me. Ji bo yekî wiha re tu carî mafê qezakirinê tuneye. Bi hêvî û daxwaza bexşandinê rojiya nafîle dê bigre. Lewra li gorî me ‘îbadet bi demê hatine sînorkirin. Kesên ku dema ‘îbadetê qesden li wan boriye bi tu awayî mafê wan ê qezakirinê tuneye.”
Ji bo agahiyên berfirehtir di der barê mijarê de ji kerema xwe re nivîsa bi sernavê “Oruç Keffâreti” ya di navnîşana jêr de bixwînin: