Pirs: Seyda ez xwendekarê zankoyê me. Ez di sala 3yem de me. Heta îsal ji ber hin sedeman notên hin dersên min kêm in. Ji ber vê yekê îhtimala ku xwedina min du salan dereng xelas bibe heye. Lê belê heke ez îsal careke din têkevim azmûna ÖSSyê û heman beşê kar bikim, dersên ku min berê bi serfirazî derbas kirine dê bidim jimartin û dereceya notên xwe bilind bikim û bi vî awayî pêşiyê li dirêjkirina mezûniyeta xwe bigrim. Lê belê di rewşeke wiha de ev raman tê hişê min: Dema ez careke din têkevim azmûnê, li ser meseleyê beşa min 100 xwendekarî digre û heke ez jî kar bikim dibe ku ez bibim asteng ji bo karkirina yekî din. Di hişê min de pirsgirêkeke wiha derbas dibe. Ez dikarim çi bikim?
Bersiv: Heke dewletê derfeteke wiha dabe we, di vê de tu pirsgirêk tuneye. Di encamê de ev azmûneke û her kes bi hev re pêşbirkê dike da ku wan beşan kar bike. Ger hûn ji xwendekarên din çêtir bin careke din ev der dibe heqê we. Dîsa jî di dawiyê de biryar ya we ye. Heke dê dilê we aram nebe hûn ê tiştekî wiha nekin û li rêya xwe dewam bikin. Bibîranîna vê hedîsê dê kafî be:
Sehabiyekî bi navê Wabiseyê kurê Me‘bed dibêje ku ez çûm nik Muhemmed (s.a.w), got ku; “tu hatiyî da ku di heqê başî û gunehan de bipirsî?”
Min got: Belê.
Tiliyên xwe dan hev bi wan li sînga xwe da û sê caran wiha got:
“Wabise! Ji nefsa xwe bipirse, bi dilê xwe bişêwire (“إِسْتَفْتِ قَلْبَكَ/îsteftî qelbek”)! Başî, ya ku nefs û qelb pê aram dibe. Guneh jî ya ku dilê mirov pê nerihet e û dibe sedemê dudiliyê. Herçiqas însanan ji te re fetwa dabe û ya ku te kiriye rast dîtibin jî.” (Sunenî Darimî, Buyû‘, 2; Ehmedê kurê Henbel, Musned, IV, 228)