Fetwayen Kurdi
Sedemê ku firîşte û rûh di leyletul-qedrê de dadikevin ser rûyê erdê çi ye?

Sedemê ku firîşte û rûh di leyletul-qedrê de dadikevin ser rûyê erdê çi ye?

Pirs: Li gorî we, wergera sûreyê Qedr divê çawa be? Ma divê em ji nazilbûna firîşteyan û rûh ya li ser rûyê erdê ya ku di vî sûreyî de tê behskirin, çi fêhm bikin?

Bersiv: Wergera sûreyê Qedr ji aliyê me ve wiha hatiye kirin:

Bi navê Xwedayê ku qenciya Wî bêdawî, îkrama Wî pir e

1) Me Qur’an di şeva qedrê de hinart.

2) Şeva qedrê çi ye, tu yê ji ku bizanibî?

3) Şeva qedrê, ji hezar mehan bi xêrtir e.

4) Wê şevê firîşte, digel wî rûhî (bi fermanê) bi destûra Perwerdegarê xwe ji bo her karî û barî dadikevin.

5) Ew şev, heta spêdeyê silametî ye.

Raveya me ya di derbarê ayeta 4an de; ku firîşte û rûh dakevin wiha ye:

a, Mîm. Sond be, bi Kitêba ronker a ku her tiştî rave dike.

Birastî Me ew di şeveke pîroz de hinart. Em mirovan hişyar dikin.

Her kar û barên xwedanhîkmet di wê şevê de ji hev tên veqetandin.

Li gorî fermaneke ji cem Me, Em qasidan (firîşteyan) dişînin.

Ew rehmetek e ji cem Xwedayê te. Bêguman, her Ew e yê bihîzer, yê zana.”[2]

 Wê şevê, erkên firîşteyan di nav wan de tên teqsîmkirin û her yek ji wan digel fermana ku girtiye da ku biçe cihê wezîfeya xwe ji ‘Erşê vediqete.

Rûh di 20 ayetî de dibore û agahiyên berfireh di xwe de dihewîne. Bêjeya rûh ya ku di vî sûreyî de derbas dibe, digel kelîmeya emrê (ferman) hatiye. Sê ayetên din jî bi vî awayî hene: Ya yekem wiha ye:

Ji te pirsa wî rûhî dikin. Bibêje: Rûh, ji fermana Xwedayê min e. Ji bo we zanîneke hindik bi tenê hatiye dayîn.”[3]

Di derbarê zanîna hindik ya ku ji bo we hatiye dayîn wiha hatiye fermankirin:

Ji ya ku Wî xwestiye pê ve, kes bi tiştekî ji zanîna Wî nizane.[4]

Bibêje: Eger ji bo peyvên Xwedayê min derya bibûna hibir û Me ew qasî din jî lê zêde bikira, beriya ku peyvên Xwedayê min biqedin ew ê derya biqediyana.”[5]

 

Beşeke ji rûh ya ku fermana Xwedê ye, kitêbên ku Xwedê hinartine. Ayeta duyem ji sûreyê Nehl vê yekê radigihîne.

Xweda, ji bendeyên xwe kê bivê, bi vîna xwe, wî rûhî bi navgîna melayîketan jê re dişine ku “Mirovan hişyar bikin; ku bi rastî ji min pê ve tu îlah tunene. Nexwe bila ji Min bitirsin.”[6]

Tiştê ku Cebraîl  (a.s) di şeva qedrê de ji Muhemmed (s.a.w) re anî jî rûhekî ji fermana Xwedê bû ango ayetên Qur’anê bûn. Ayeta sêyem ji mijarê vê yekê bi awayekî zelal diyar dike:

Bi vî awayî Me rûhek ji fermana xwe ji te re jî wehiy kir. An na te nizanibû Kitêb çi ye, ew îman çi ye. Lê belê Me ew kire ronahiyeke wisa ku Em bi wê ji bendeyên xwe yên li gorî pergala Me tev digerin tînin riya rast û durist. Bêguman tu rêya rast nîşan didî.[7]

Rûhê ku ji fermana Xwedê ye, ne sirf kitêbên Xwedê ne. Lewra Cebraîl (a.s) ê ku şeva qedrê dadikeve ji firîşteyên ku em jimara wan nizanin bi tenê yek e. Wekî ku di mînaka Hezretî Meryemê de diyar dibe, firîşte tên cem yê ku ne Pêxember in jî. Ayeta çaran di derbarê mijarê de vê rewşê radigihîne:

Xwedayê ku di ser her mertebeyê re ye xwediyê desthilatarîyê ye, da ku mirovan ji roja qiyametê hişyar bike ji rûhê ku fermana Wî ye ji bendeyên xwe dixe dilê kesê ku li gorî pergala Wî tev bigere.”[8]

Bi wî rûhî mirov bi hêz dibe û xwe di her mijarê de dide aliyê Xwedê. Taybetiyên van kesan di vê ayetê de hatiye diyarkirin: 

 “Tu dê civateke ku bawerî bi Xwedê û roja axretê anîbe nebînî ku ew ji wan kesên ku neyartiya Xwedê û Qasidê Wî dikin, hez bikin. Çendî ew bavên wan, kurên wan, birayên wan an eşîra wan bin jî. Ha ew, Xwedê di dilên wan de îman nivîsiye û bi cih kiriye, bi rûhekî ji cem xwe arîkarî û piştgirî daye wan. Xwedê dê wan bixe bihuştên wisa ku di nav wan de çem diherikin û ew ê her û her lê bimînin. Xwedê ji wan razî bûye, ew jî ji Xwedê razî bûne. Ha ew benda Xwedê ne. Agahdar bin! Bi rastî jî benda Xwedê her ew in yên serfiraz û rizgarbûyî.”[9]

Li gorî ku ji van ayetan tê fêhmê, rûhê ku bi peyva emrê (ango fermanê) re hatiye gotin, naveroka wî emrî ye. Li gorî ku diyar bû ji fermanên ku di şeva qedrê de hatine hinartin yek jê jî ayetên Qur’anê ne, wê gavê wergera ayeta 4an ji sûreyê Qedr divê wiha be:

تَنَزَّلُ الْمَلَائِكَةُ وَ (معهم) الرُّوحُ ( مِّن كُلِّ أَمْر) فِيهَا بِإِذْنِ رَبِّهِم

“Wê şevê firîşte, digel wî rûhî (bi fermanê) bi destûra Perwerdegarê xwe ji bo her karî û barî dadikevin.”

Da ku di şeva qedrê de di derheqê me de pîvanên baş werin diyar kirin, divê ku em ji Xwedê re dua bikin. Kirina îtikafê di meha Remezanê de û bi taybetî jî terxankirina dehên dawî ji bo îtikafê girîngiya ku mirov duayên ji vî celebî bêhtir bike derdixe holê. Pêxemberê me her sal di van rojan de ketiye îtikafê û ev tişt kiriye. 10 şevên ku di sûreyê Fecr de dibore, şevên îtikafên yên meha Remezanê ne.[10]

Ji bo agahiyên berfirehtir di derbarê şeva qedrê, firîşte û rûh de ji kerema nivîsa bi sernavê “Kadir Gecesi” ya ku di navnîşana jêr de ye bixwînin:

http://www.suleymaniyevakfi.org/arastirmalar/kadir-gecesi.html


[1] Qedr, 97/1-5.

[2] Duxan, 44/1-6.

[3] Îsra, 17/85.

[4] Beqere, 2/255.

[5] Kehf, 18/109.

[6] Nehl, 16/2.

[7] Şûra, 42/52.

[8] Mumin, 40/15.

[9] Mucadele, 58/22.

[10] Jêder: Abdulaziz Bayındır, Fıtrat Kitabı Kur’an-ı Kerim Meali 30. Cüz, çapa 2yem, Weşanên Weqfa Suleymaniyeyê, İstanbul 2011, rp. 78-79.