Pirs: Berdana bi şert durist e yan na?
Bersiv: Berdana bi şert, mîna “Eger tu herî mala bavê xwe, min tu berdayî” û hovekên mîna wê yên ku bi pêkhatin an jî bi nepêkhatina tiştekî ve berdana pîrekê hatibe girêdan re tê gotin telaqê bi şert. Berdaneke wisa di Qur’an û suneta Pêxember (s.a.w) de nehatiye dîtin û ji vê bonê, berdaneke wiha pêk nayê!
Di berdana li gorî fermanên Xwedê Teala, divê ku di dema berdanê de pîrek ne di heyza de be û di dema paqijiyê de jî mêrê wê pê re ranezabe, di hizûra du şahidan de bê berdan, zilam dema ‘ideyê bijimêre û heta ‘ideyê pîrekê xelas bibe ji mala ku tê de dijî dernekeve.
Piştî van fermanên ku bi telaqê ve girêdayî ne, Xwedê Teala wiha ferman dike:
“…Ev, tixûbên Xwedê ne. Zinhar wan binpê mekin! Kî ji tixûbên Xwedê derbas bibe, vêca ew stemkar bi xwe ne.”[1]
“…Kî tixûbên Xwedê derbas bike birastî wî li xwe stemkarî kiriye.”[2]
Ji vê bonê ku mirov duristî û rastiya berdana bi şert qebûl bike, ev yek dibe binpêkirina tixûbên Xwedê Teala.