Pirs: Eger di navbera jin û mêr de munasebeta cinsî çênebûbe û hatibe berdan, divê ku mêr mehrê bide yan na?
Bersiv: Di berdana berî zîfafê de du rewş derdikevin pêşberî me: Ji herdu aliyan ve mehr hatibe tesbîtkirin an jî nehatibe tesbîtkirin.
Ayetên ku herdu rewşan şîrove dikin wiha ne:
“Eger, hîn ku we dest nedabe wan an jî we mehra wan diyar nekiribe, hûn jinan berdin, li ser we tu guneh tune ye. Tiştekî ku jê istifade bikin, bidin wan. Ê destfireh bila li gorî halê xwe û yê desteng jî li gorî halê xwe, dayineke li gorî me‘rûfê, bide wan. Ev, li ser qencîkaran deynek e.
Eger beriya ku hûn biçine nivîna wan hûn wan berdin û we mehra wan diyar kiribe, wê çaxê hûn ê nîvê mehra diyarkirî bidin wan. Lê belê eger jin li mehra xwe bibore, yan jî ew ê (mêrê) ku peymana nîkahê di destê wî de ye lê bibore, ew tiştekî din e. (Gelî mêran) Eger hûn lê biborin, ew bêhtir nêzî teqwayê ye. Di navbera xwe de qencîkariyê ji bîr mekin! Bêguman Xwedê, bi ya ku hûn dikin bîner e.”[1]
Li gorî van ayetan, eger berdan berî şeva zîfafê pêk hatibe û mehr hatibe tesbît û aşkerekirin, divê ku mirov nîvê wê teslîmî pîrekê bike. Lê belê eger pîrek beriya tesbîta mehrê hatibe berdan, wê demê divê ku mêr li gorî me‘rûfê, malekî ku pîrek jê îstifade bike, bidê.