Pirs: Niha rêxistinek bi navê Lyonessê tê Tirkiyê. Sîstem ev e: Endamén Lyonessê, ji cihên bi Lyonessê re peyman pêk anîne bi erzanî danûstendinê/kirîn û firotinén xwe dikin. Ên ku dibin endamê sîstemê, karteke bi navê Cashback, digirin. Mîna karta “Kiler Kart” an jî “Monay Kart”. Dema mirov tiştekî dikire, wê kartê nîşanî qasedar dide û tenzîlatê qezenc dike. Ev tenzilat, rasterast bi peretî derbasî hesabê mirov dibe. Dema ez hin kesên din jî dikim endamê vê sîstemê, ji kirînên endamê xwe jî ez parekê bi dest dixim. Bi vî awayî: Dema yekî ku min ew kiriye endam tiştekî bikire ji %0.5, ê ku wî kiriye endam tiştekî bikire dîsa ji %0.5 derbasî hesabê min dibe. Dema ez tiştekî bikirim, ji %1 bi peretî li min vedigere. Endamên ku piştî wan herdu endaman tên, dema tiştekî bikirin heta bigihêjin sînorekî diyar, piştî ku li gorî hesabê pozisyona sîstema Lyonessê bê hesabkirin, bi peretî derbasî hesabê min dibe. Di vê sîstemê de endamên jêr ji kirînên endamên jor û yên jor jî ji kirînên endamên jêr, qezenc dikin. Sîstema hesabkirina li gorî pozisyonên wan, vê pêk tîne. Lê belê, ên li jor cih girtine her dem bêhtir qezenc dikin. Di vê sîstemê de qezenckirin; li ser esasê tiştê ku ji tenzilata kirînan tê bidestxistin û di nav endaman de tê parvekirin, pêk tê. Di kirîneke bi 100 lîreyan de eger %15’e tenzilat hebe, ev 15 lîreyên han: 1-Lyoness 2-Endam 3-Fona Alîkariya Zarok û Malbatan 4- Bi bacitî ji dewletê re tê belavkirin. Di sîstemê de armanc; bidestxistina tenzîlatan û -ji firmayên ku dixwazin civakeke xerîdarî mezin pêk bînin- qezenckirina pereyan ji bo endamên vê sîstemê. Li gorî van agahiyan, pereyên ku ji vê sîstemê tên bidestxistin helal e yan na?
Bersiv: Di muamela ku behsa wê hat kirin, rewşa bê ku tu tiştek bê kirin, sirf ji xerîdariyê qezenc tê bidestxistin, dertê holê. Hal ew e ku Xwedê Teala di Qur’ana Pîroz de di ayeteke ku bi vê mijarê re têkildar e wiha ferman dike: “Gelî bawermendan! Di navbera xwe de malên hev bi neheqî nexwin, lê belê ji bazirganiyeke ku we bi dilê xwe li hev kiribe hûn dikarin bixwin.”[1] Ticaret jî guhertina mal û xizmetê bi xwe û guheretina cih an jî zemanê wî, îfade dike.
Li aliyê din, çawa ku ji numûna metnê peymanê tê fêhmê, da ku mirov bikaribe têkeve vê sîstemê û qezencê bidest bixe, pir peymanên ku li dijî hev in (peymanên murekeb û dubendî) di xwe de digire û kombûna ‘eqdên li dijî hev di peymanekê de di fiqha Îslamê de hatiye qedexekirin.
Unsurekî din î dike ku ev muamele mehzûr be, bê ku mirov karekî bike, ji xebatên hin kesên din debar û îdara xwe dike. Ya herî muhîm di asta global de ku mirov hilberîner û firoşkaran dixwe bin zorê, zirarê dide rizaya wan û ev sîstem armanca pawankirinê di hundirê xwe dihewîne.
Di encamê de di bin ronahiya van agahiyan de qenaeta me: Ji aliyê fiqhî ve beşdarbûna rêxistinên (organizasyonên) wiha, ne caiz e.
Prof. Dr. Servet Bayındır