Pirs: Li hin deveran darên fêkiyan beriya ku kulîlkên xwe vekin, fêkî tên firotin. Di vê rewşê de hem xwediyê erd û hem jî yê ku fêkî dikire hin caran kar dikin û caran jî zirar dikin. Di fiqha Îslamê de firotina bi wî awayî digel razîbûna herdu aliyan, gelo durist e yan na?
Bersiv: Firotina bi vî awayî eger bi rêya “‘eqda selem”ê be, caiz e.
Selem, ji firotineke pere pêşîn, lê mal piştre tê dayin re tê gotin. Di vir de firotina selemê, ne wekî firotina bi deyn e. Di dema ‘eqda selemê de divê tesbîta mîqdarê mal, xusûsiyetin wî, cîh û tarîxa teslîmkirina wî were kirin. Firotina bi rêya selemê pere pêşîn tê dayin û tê firotin, lê hilberîn yan jî teslîma mal şûnde pêk tê. Gava ‘eqda selemê li gorî şertên ku hatiye gotin pêk bê, caiz e.
‘Eqda selemê ku mutabiqî şertên xwe be, pere pêşin û malê ku dê di tarîxeke pêş de bê hilberîn ji niha ve tê firotin û bedelê mal neqît tê stendin.
Îbn Ebbas (x.j.q) wiha dibêje: Dema Pêxember (s.a.w) hat Medîneyê, mirovan mehsûlê xurmeyan ê du sal yan jî yê sê salên pêş, difirotin: Pêxember (s.a.w) ferman kir ku: “Ew kesê ku tiştekî berê bifiroşe, divê ku mîqdar, pîvan û wada wê diyar bike..[1]” [2]