Fetwayen Kurdi
Ji alimên berê, gelo yekî ku ayeta 4’an ji sûreyê Îbrahîm mîna we fêhm kiribe heye?

Ji alimên berê, gelo yekî ku ayeta 4’an ji sûreyê Îbrahîm mîna we fêhm kiribe heye?

Pirs: Hûn ayeta 4’mîn ji sûreyê Îbrahîm, ne wekî wergerên Qur’anê yên din werdigerînin. Gelo ji zayanên Îslamê yên berê heta niha kesekî mîna we, ew ayet fêhm kiribe heye?

Bersiv: Me, ayeta 4’an ji sûreyê Îbrahîm wiha wergerandiye:

وَمَا أَرْسَلْنَا مِنْ رَسُولٍ إِلَّا بِلِسَانِ قَوْمِهِ لِيُبَيِّنَ لَهُمْ فَيُضِلُّ اللَّهُ مَنْ يَشَاءُ وَيَهْدِي مَنْ يَشَاءُ وَهُوَ الْعَزِيزُ الْحَكِيمُ

Me her qasidek bi zimanê gelê wî şand, da ku ji wan re bi awayekî zelal rave bike. Vêca Xwedê, kî jirêderketinê hilbijêre wî rêşaş û kî jî hîdayetê tercîh bike wî di rêya xwe de qebûl dike. Yê hêzdar Ew e, yê biryara rast dide Ew e.[1]

Ev meala ku me da vê ayetê, piştî nêzî 8 salan me bi kêfxweşiyeke mezin tesbît kir ku Îmam Maturîdî jî wiha meal dayê. Maturîdîyê ku di sala 333’ê Hicrî (944’ê Miladî) de wefat kiriye, ayeta 4’an ji sûreyê Îbrahîm wiha tefsir kiriye:

لِيُبَيِّنَ لَهُمْ فَيُضِلُّ اللَّهُ مَنْ يَشَاءُ وَيَهْدِي مَنْ يَشَاءُ: أي يضلُّ اللّهُ مَن آثر سبب الضلال و يهدي مَن آثر سبب الذي به يهتدي ، يهدي ذلك. وقال قائلون: فيضلُّ اللّهُ مَن يَشَاء وَيَهْدِي مَن يَشَاء، هذا حكم الله أن يضل المكذبين و يهدي المصدقين. لكن الوجه فيه ما ذكرنا بدءً أنه يضل من آثر سبب الضلال ويهدي من يشاء، أي من آثر سبب الإهتداء.

 “Xwedê, kî rêşaşiyê hilbijêre wî ji rê derdixe, kî jî rêya hidayetê tercîh bike dibe ser hîdayetê. Hinekan ji bo ayeta (فَيُضِلُّ اللَّهُ مَنْ يَشَاءُ وَيَهْدِي مَنْ يَشَاءُ) gotine ku “Ev, biryara Xwedê ya di derbarê kesên biderewînin wan ji rê derxe, yên ku rast bidêrin jî wan bîne ser rêya hîdayetê.” Lê belê rastî, ya ku me got. Ango Xwedê, kesê sebebê (rêya) delaletê tercîh bike ji rê derdixe, kesê sebebê (rêya) hîdayetê jî tercîh bike tîne ser hîdayetê.”[2]

Raxib el-Isfehanî jî gotiye ku gelek zanayên ‘ilmê kelamê, mena “erade” (اراد) ango mena xwestinê dane lêkera “şae” (شاء) ya di vir û di gelek ayetên din de dibore. (Bnh. Raxib el-İsfehanî, el-Mufredat, benda “ş-y-e”). Nexwe Îmam Maturîdiyê ku di sala 333’ê Hicrî de wefat kiriye, ne ji wan zanayên ‘ilmê kelamê yên ku Raxib behsa wan kiriye. Lewra wî ew mena nedaye vê bêjeyê. Lê belê peyrewên Maturîdî ji zanayên mezhebê eqida Maturîdî, li berevajî Îmam Maturîdî mena (îradê) ango “xwestinê” dane vê bêjeyê. Ev jî birastî tiştekî sosret e û meriv di heyretê de dihêle.

Di wergera Turkî ya Serokatiya Karên Dînî, wergera Weqfa Diyanetê, her wiha di tefsîra bi navê “Kur’an Yolu Tefsiri” ya ji aliyê Dîyanetê ve hatiye amadekirin û di meala Elmalılı Muhemmed Hamdi Yazır de (فَيُضِلُّ اللَّهُ مَنْ يَشَاءُ وَيَهْدِي مَنْ يَشَاءُ) digel hin cudahiyên hûr hema çi bigire bi vî awayî “Êdî Xwedê kê bivê ji rê derdixe, kê jî bivê têne hîdayetê” hatiye wergerandin.

Eger Xwedê kê bivê ji rê derxe û kê jî bivê bîne ser rêya rast, wê gavê çima qasid ango pêxemberan bişîne? Di vê rewşê çi wate dimîne ku qasid bi zimanê wî gelî bi awayekî zelal rave bike? Karekî wiha bê mane û ne cî de ma bi wî Xwedayê ku “biryara rast dide” dikeve? Îfadeyên ku nakokî di wan de hebin, ma dibin ku gotina Xwedê bin?

Henefî, xwe ji peyrewên mezhebê Maturîdî dibînin. Mîna ku tê dîtin dûrketina mezheban di nava kûrahiya dîrokê de ji rêya sereke, wergerên Qur’anê jî kirine bê wate.

Ji bo kesên dixwazin di derheqê vê mijarê de agahiyên berfirehtir bidest bixin, em tewsiye dikin ku nivîsa me ya bi sernavê “Kur’an’da İrade, Şey ve Fıtrat” bixwînin. Nivîs, di navnîşana jêr de ye:

http://www.suleymaniyevakfi.org/arastirmalar/kuranda-irade-sey-ve-fitrat.html



[1] Îbrahîm, 14/4.

[2] Ebû Mensûr Muhemmed kurê Muhemmed el-Maturîdî, Te’vîlâtü’l-Kur’ân, thq: Hatice Boynukalın, Daru’l-Mîzan, Stenbol 2006, VII, 458.