Pirs: Ma hedîsa di derbarê qurbanê de ya ku em gelek caran di xutbe û we’zan de dibihîzin: “Kesê derfeta wî hebe û qurbanê serjê neke, bila nêzî mizgefta me nebe” gelo sehîh e?
Bersiv: Riwayeta têkildar wiha ye:
مَنْ وَجَدَ سَعَةً فَلَمْ يُضَحِّ فَلَا يَقْرَبَنَّ مُصَلَّانَا
“Kesê ku derfeta wî hebe û qurbanê serjê neke, bila nêzî limêjgeha me nebe.”[1]
Beyheqî û ji muhedisên Henefiyan Îmam Zeyleî, di berhemên xwe de ev riwayet bi awayê “mewqûf” ango ne mîna gotina Hezretî Pêxember, belbî bi şeklê spartina bi bal sehabiyan ve ragihandine.[2]
Hin muhedisan jî seneda vê riwayetê rexne kirine û diyar kirine ku “zeîf e”.[3]
Ji ber vê yekê ev riwayet ji aliyê senedê ve ne sehîh e û ji lewre nabe delîl bo hukmê îbadeta qurbanê.
Bo agahiyên berfirehtir di derbarê ferzbûna serjêkirina qurbanê de ji kerema xwe li navnîşanên jêr binihêrin:
http://www.fetva.net/goruntulu-fetvalar/kurana-gore-kimlerin-kurban-kesmesi-gerekiyor.html
http://www.fetva.net/goruntulu-fetvalar/kurban-kesmede-maddi-durumu-iyi-olmanin-olcutu-nedir.html