Fetwayen Kurdi
Gotina “Ne di erd û asîmanan de, lê di dilê bendeyê xwe yê bawermend de bi cih dibim” hedîs e?

Gotina “Ne di erd û asîmanan de, lê di dilê bendeyê xwe yê bawermend de bi cih dibim” hedîs e?

Pirs: “Ez di erd û asîmanan de bi cih nabim, lê di dilê bendeyê xwe yê bawermend de bi cih dibim.” Ev bi sala ye ku vê hedîsê hînî me dikin. Di serê pêşî de hestên meriv pê zîz dibe û tê gumankirin ku ev dilşadî ye bo însan. Ma birastî jî ev hedîs e?

Bersiv: Ev gotina ku bi awayê hedîsê tê zanîn, tu eslê wê tune ye. Ev gotin, di berhema Îmam Xezalî ya bi navê Îhyau Ulûmiddîn de jî derbas dibe. Hafiz Îraqî yê ku hedîsên wê berhemê texrîc kirine gotiye ku “min tu esil jê re nedîtiye.”

Îbn Teymiyye jî gotiye ku ev ji Îsraliyyatan e (ango ji çanda Cihûyan derbas bûye) û tu senedeke wê ya bide zanîn ku ji Pêxemberê me hatiye, tune ye.[1]

Mîna ku hat dîtin, ev gotina ku di nav însanan de wekî hedîsê tê zanîn, qîmetê wê ya hedîsî tune ye. Ji ber vê yekê ne durist e ku meriv vê gotinê herwekî ku hedîs be bi awayê “mîna ku di hedîsekê de dibore …” vebêje.



[1] Sexewî, el-Maqasidu’l-Hesene, rp. 438, jimara hedîsê: 990; Eliyyu’l-Qarî, el-Esraru’l-Merfû‘a, rp. 301, jimara hedîsê: 423; ‘Eclûnî, Keşfu’l-Xefa, II, 195, jimara hedîsê: 2256.