Fetwayen Kurdi
Ma ruhê Hz. Îsa  yan jî bedena wî hatiye bilindkirin?

Ma ruhê Hz. Îsa yan jî bedena wî hatiye bilindkirin?

Pirs: Ez dixwazim di bara rakirina Îsa aleyhiselam de bipirsim. Di ayeta 55’an ji sûreyê Alî Îmran û ayeta 158’an ji sûreyê Nîsa tê derbas dibe ku Îsa aleyhiselam bi bal Xwedê ve hatiye bilindkirin. Ev, bilindkirina bedenê ye yan jî giyanê wî hatiye bilindkirin?

Bersiv: Ya hatiye bilindkirin ne beden e, giyan e. Ruhê her miriyê bawermend tê bilindkirin. Ên nayên bilindkirin, giyanê kesên kafir in. Xwedê Teala wiha ferman dike:

 “Bêguman ew ên ku bi ayetên Me bawerî neanîne û xwe mezin dîtine, deriyên asîmanan li wan venabin û heta ku kindirê keştiyê di qulika derziyê re derbas bibe jî ew nakevin bihiştê. Her wisa em gunehkaran ceza dikin.”[1]

Ruhê Îsa aleyhiselam jî hatiye bilindkirin. Di ber sikratê de gotina Pêxemberê me (s.a.w) ya dawî, ev bûye:

Ey Xwedayê min! Min têxe refîqî e‘la…” ango “Ez dixwazim di cihê herî bilind ji cenetê bim.”[2]

Ruhê şehîdan jî dê di baxçe û bostanên bihiştê de bin. Bo vê yekê ka em li sûreyê Yasîn binihêrin:

“Di vê navê de ji dûrî wî bajarî zilamek bi bez hat û got: Hey gelê min! Bidin pey van qasidan!

Bidin pey van ên ku li ser rastiyê ne û tu heqdestî (ucretê) ji we naxwazin.

(Zilam) Got: Ma çi li min qewimiye ku ez îbadeta wî Xwedayê ku ez afirandime nekim? Jixwe hûn ê bi bal ve bên vegerandin.

Erê ma ez ê ji bilî Xwedê, (ji xwe re) îlahekî din bigrim? Eger Rehman ji bo min zirarekê bixwaze, mehdervaniya wan dê feydeya tiştekî nede min. Ew qet nikarin min rizgar jî bikin.

Wê çaxê ez di rêşaşiyeke aşkere de me.

Bêguman min bawerî bi Xwedayê we anî; vêca li min guhdarî bikin.

(Zilam kuştin) Jê re hat gotin: “Têkeve bihiştê!” Got: “Xwezî gelê min ev bizanibûya;

ku Xwedayê min ez xefirandime û ez gerandime ji yên ku qencî li wan bûye.”[3]

Ruhê temamê bawermandan dê di baxçeyên bihiştê de bin. Xwedê Teala wha ferman dike:

Ew ên ku di rewşeke baş de bin û firîşte ruhê wan distînin (ji wan re) dibêjin: “Silav li ser we be! Ji ber kar û kiryarên ku we kirine de herin bihiştê.[4] firîşteyan

Ceneta di vir de ne ev bihişta ku li axretê dê biçinê. Lewra di tu ayetên têkildar de nayê gotin ku dê her û her tê de bin. Ev, ceneta gorê, ango baxçeyek ji baxçeyên bihiştê ye.

Beden Nayê Bilindkirin, Dê Bibe Ax

Di Qur’anê di derheqê bedenê de wiha tê fermankirin:

Hûn ê li ser erdê bijîn, lê bimirin û hûn ê jê bên deranîn.”[5]

Me hûn ji axê afirandine, Em ê we lê vegerînin û careke din jî Em ê we jê derînin.”[6]

Pêxember, ji van ayetan nehatine îstisnakirin.

Ji ber ku Xwedê Teala bo Îsa aleyhiselam gotiye “Ez ê te ji yên kafir pak û paqij bikim.[7], bedena wî radestî neyarên wî nekiriye. Bûyereke mîna vê, di dema Pêxemberê (s.a.w) de qewimiye. Wî, deh kes bi dîdevanî peywirdar kiriye û Asim kurê Sabit jî kiriye fermandarê wan.

Li girekî biçûk di navbera Usfan û Mekkeyê de ji aliyê sed tîravêjan ve tên dorpêçkirin, digel Asim heft kesên din tên kuştin, sê kes jî dîl tên girtin.

Ji ber ku Asim di cenga Bedrê de girerigekî Qureyşiyan kuştiye, Mekkiyên ku ji bûyerê haydar dibin zilamên xwe dişînin da ku ji bedena wî parçeyekî bidest bixin. Lê belê Xwedê, moz li ser bedena wî kiriye mîna sihê, ew parastine û ew ên ku hatine parçeyekî ji bedena wî bigirin serfiraz nebûne.[8]



[1] E‘raf, 7/40.

[2] Buxarî, Mexazî, 84.

[3] Yasîn, 36/20-27.

[4] Nehl, 16/32.

[5] E‘raf, 7/25.

[6] Ta-Ha, 20/55.

[7] Alî Îmran, 55.

[8] Bnh. Buxarî, Mexazî, 28.