Pirs: Gotina “Piştî birîna nîkahê derketina mêr û jinê bi şev, dibe sebebê bêoxiriyê” gelo xurafe ye yan jî qedexe/tewsiyeyeke ku di dînê me de heye?
Bersiv: Şowmî û bêoxirî, di tu tiştî de tune ye. Baweriyên bi vî rengî, ji zen û gumanên milet derdikevin holê. Baweriya ku bêqidoşî û bêoxirî di deng/xwendina kund, reyîna seg, pisîka reş di pêşiya meriv de bibore, derbasbûna di bin derenca de, qevaztina di ser ava bi sabûn, meriv roja sêşemê dest bi kar bike yan jî derkeve rêwîtiyê, nerîna li neynikê bi şev an jî jêkirina neynokan û hwd. de heye, batil e. Ango tu esil jê re tune ye. Gotina “Piştî birîna nîkahê derketina mêr û jinê bi şev, dibe sebebê bêoxiriyê” jî yek ji wan gotinan e.
Di derbarê şowmî û bêoxiriyê de Pêxemberê me (s.a.w) wiha kerem kiriye:
“Bêoxoirî/bêqidoşî tune ye. Ya herî rind ku bi qencî were nirxandin.”[1]