Fetwayen Kurdi
Ma hedîsa “Xêr di pereyên ku bo çêkirina avahiyê tên xerckirin, tune ye” sehîh e?

Ma hedîsa “Xêr di pereyên ku bo çêkirina avahiyê tên xerckirin, tune ye” sehîh e?

Pirs: Her tiştê bo nefeqe hatibe dayin, herwekî di rêya Xwedê de hatibe xerckirin. Lê yên ji bo avahiyê hatine xerckirin ne tê de ye, di van de xêr û bêr tune ye. Gelo hedîseke bi vî awayî heye? Eger hebe jî divê em wê çawa fêhm bikim?

Bersiv: Li gorî riwayeta ji Enes kurê Malik (x.j.q) hatiye ragihandin, Pêxemberê me (s.a.w) wiha kerem kiriye:

Hemî tiştên tên xerckirin, di rêya Xwedê de tên hesibandin, ango ji meriv re dibin xêr, bi tenê di xerckirinên xanî û avahiyan de xêr tune ne.”[1]

Tirmizî, di derbarê vê riwayeta ku di pirtûka xwe de cih dayiyê de dibêje ku xerîb e (yanî hedîsa ku rawiyê wê, di tebeqeyek an jî çend tebeqeyên senedena wê de bûbe yek.) Ango hedîs bi vî halê xwe, zeîf e. Encax manendê vê hedîsê, lê bi riwayeteke sehîh di Buxarî de wiha dibore:

Qeys kurê Ebî Hazim wiha gotiye: Em ji bo serlêdana nexweşiyê çûn cem Hebbab (kurê Eret). Hebbab, (nava xwe) bi heft cihan dax dabû. Di vê serlêdana me de Hebbab wiha got:

– Hevalinên me yên berê ku (di dema Pêxember de wefat kirin) û çûn, hebûn. Dinyayê tu tiştek (ji bextewariya wan a axretê) kêm nekiribû. (Lewra di dinyayê de di tengasî û tunebûnê de jiyan.) Em jî: (Bi sedem fitûhatan) gihaştin ewqas destfirehiyê ku îro ji bilî em wê di axê de (çêkirina koşkan), tu cihekî din nabînin ku xerc bikin. Eger Pêxember (s.a.w), temenî û daxwazkirina mirinê li me qedexe nekiribûna, teqez min ê (ji ber azara vê nexweşiyê) daxwaza mirinê bikira!

 (Qeys got ku:) Piştî demekê, em careke din jî çûn serdana Hebbab. Ew, bi lêkirina dîwarekî xwe bijûl bû. Ji me re got ku:

Misliman, di hemî înfaq û xerckirinên xwe de dibe xwedî xêr, bi tenê di xerckirina malê ku dixe nav vê axê nabe xwedî xêr.”[2]

Zanyarên ‘ilmê hedîsê yên ku ev hedîs şîrove kirine, diyar kirine ku avahiya di çêkirina wê de xêr hasil nabe, “avahî/xaniyê ku hewcedariya meriv pê tune ye.”[3]

 Ev jî tê wateya ku, malê di avakirina xanî û avahiya ku hewcedarî pê heye, bê xerckirin, dikeve bên hukmê înfaqê û ji meriv re xêr tê hesibandin.



[1] Tirmizî, Sifetu’l-Qiyame, 40.

[2] Buxarî, Merda, 19.

[3] Bnh. Îbn Hecer, Fethu’l-Barî, XXI, 243, 5672; Şîroveya hedîsê; el-‘Eynî, ‘Umdetu’l-Qarî, XVII, 359.