Pirs: Gelo xoceyên zilam dikarin di sohbet an jî civînan de di derbarê desmêj, xusul, heyz/xwînmeh û hwd. ji mijarên paqijî û teharetê pîrekan agahdar bikin? Ma ev tiştê han caiz e?
Bersiv: Belê caiz e. Lewra Pêxemberê Xwedê (s.a.w) di mijarên paqijî, têkilatiya cinsî, rewşên pîrekan ên taybet û hwd. de ji pîrekên sehaban re şîrove dikir. Piştî wefata Pêxemberê me jî ji pîrekên wî diya me Eyşe vê peywira han bi cih dianî. Vê carê zilam dihatin cem; di derbarê desmêj, xusul û têkilatiya cinsî de hemî pirsên xwe jê dikirin û bersiva xwe digirtin. Di vir de cinsiyeta kesê bersivê dide ne girîng e, belbî ya muhîm ka gelo ehl e ji bo bersivdayinê yan na. Piştî ku meriv pisporê mijarê be, zilam dikarin hinî pîrekan bikin û her wiha pîrek jî dikarin zilaman di van mijaran de agahdar bikin.
Bi kurtasî: Cinsiyeta zanistê tune ye; ji lewra fedîkirin jî tune ye. Riwayeta lê jir bo vê mijarê dibe mînak.
Li gorî ku ji Eyşe (x.j.q) hatiye ragihandin diya Enes kurê Malik Ummû Suleym el-Ensariye (tê ba Pêxember):
“Ey Qasidê Xwedê! Birastî di babetê pirsa ji rastiyê de Xwedê Teala fermana bi şermkirinê nake. Tiştê mêr di xewna xwe de dibîne eger pîrek jî bibîne, ma wê serê xwe bişû yan naşû? Hûn dikarin (vî hukmî) ragihînin min?
Qasidê Xwedê wiha ferman kir: “Belê. Eger avê bibîne, bila xwe bişû.”
Ez li Ummû Suleym vegeriyam û min jê re got: “Wa! Ma pîrek vê qet dibînin?” Qasidê Xwedê li min vegeriya û wiha kerem kir: “Ey Eyşe! Xwedê temenê te dirêj bike. Ma (zarokê wê) çima dişibê?”[1]