Pirs: Ma Xwedê Teala ji ber şaşî û nebaşiyên dê û bavan, ceza dide zarokan? Eger ku mirov nikaribe bibe asteng ji bo nebaşiyên wan, divê zarok çi bikin?
Bersiv: Di dînê Îslamê de prensîb û esasê ku “her kes ji kirinên xwe berpirsyar e” heye. Li gorî vî esasî, dema ku yek karekî qedexe bike, gunehê wî di stûyê wî de ye û tu eleqeya wî bi yekî din re tune ye. Ango tu kes ji kar, guneh û şaşîtiyên mirovên din, ne berpirsyar e. Xwedê Teala wiha ferman dike:
“Yan jî ma ew ji ya ku di suhûfên Mûsa de hatine nivîsîn xeberdar nebûye?
Û ji ya Îbrahîmê wefadar?
Birastî tu gunehkar barê gunehê tu kesê din hilnagire.
Ji însên re ji kar û kiryarê wî pê ve tiştekî din jê re tune ye.
Birastî jî ew ê kar û kiryarê xwe paşê bibîne.
Piştre Xweda dê bedêla kar û kiryarên wî bêkêmasî bide wî.
Bêguman vegera dawîn bi bal Xwedayê te ve ye.
Bêguman Ew e yê ku ken û girîn dane.
Bêguman Ew e yê ku mirin û jiyan dane.”[1]
“Kî ku hidayet (rasterê) bibe, vêca bêguman ew ji bo xwe rasterê bûye. Kî jî têkeve delaletê (ji rêya rast derkeve) êdî bêguman ew li xwe zirarê dike. Tu gunehkar, gunehê kesekî din hilnagire. Heta Em qasidekî neşînin Em tu kesî nadin ezab.”[2]
Ji ber vê yêkê hûn li hember şaşîtiyên dê û bavê xwe, ne mesûl in. Lê belê heta ku ji destê we bê û bi zimanekî xweş divê ku hûn wan hişyar bikin, da ku şaşîtiyan nekin. Dema ku qaweta we negihaştê jî hûn nabin mesûl. Lewra Xwedê Teala di Qur’ana Pîroz de wiha ferman dike:
“Xwedê her kesî bes li gorî hêza wî, wî binbar dike.”[3]