Fetwayen Kurdi
Rêza ku ji bo Heceru’l-Eswed tê nîşandan, gelo tundrawî ye?

Rêza ku ji bo Heceru’l-Eswed tê nîşandan, gelo tundrawî ye?

Pirs: Biqasî ez dizanim, hurmet û qîmeta ku bo Heceru’l-Eswed tê nîşandan, ji bo tu tiştekî din î Îslamê nayê nîşandan. Digel ku helwesta Îslamê ya li hemberî pûtan û redkirina şirkê li holê ye, sirf ji ber ku sunet e gelo çiqas rast e meriv vî karî bike? Bi awayekî din, ev qîmet û hurmetnîşandana han ma birastî jî helwesta Pêxemberê me ye?

Bersiv: Qîmet û hurmeta ku ji bo Heceru’l-Eswed tê nîşandan tu eleqeya wê bi pûtan re tune ye. Pûtperest, pûtên xwe di navbera xwe û Xwedê de navgîn dibînin, bawer dikin ku ew ê wan bêhtir nêzî Xwedê Teala bikin û dê ji wan re mehdervaniyê bikin. Ji bo Heceru’l-Eswed, tu wesfekî bi vî awayî nayê dayin. Ew, bi tenê nîşana detpêkirina tewafê ye. Ramûsandina me, bi sedem ku Pêxemberê me (s.a.w) ew ramûsaye. Vê gotina Hezretî Umer ya ku ji bo Heceru’l-Eswed gotiye gelek navdar e: “Ez dizanim ku tu kevikerî, ne tu feyde û ne jî zirareke te heye. Eger min nedîtibûna ku Qasidê Xwedê tu maçî dikirî, min qet tu maçî nedikir.”[1]

Henzele dibêje ku: “Min (di tewafê) rehmetiyê Tawûs dît. Dema dihat cem rukin (Heceru’l-Eswedê) eger gelemşeyî li serê hebûna qelebalixî çênedikir, derbas dibû; lê eger vala û guncav bidîta sê caran radimûsa. Umer (x.j.q) gotiye: “Min dît ku Qasidê Xwedê wiha dikir.”[2]

Pêxemberê me (s.a.w) ji Umer re (x.j.q) wiha gotiye: “Ey Ebû Hefs! Tu merivekî pir bihêzî, eziyetê nede yên lawaz. Eger tu koşe vala bibînî nêz bibe û ramûse, eger ne vala be tekbîr bîne û derbas bibe.”[3]

Di roja me de beşek ji yên ku diçin hecê, ramûsana Heceru’l-Eswedê, ne wekî ku sunetê tewafê, belbî wekî îbadeta herî girîng ji bo xwe dibînin. Ya şaş, ew helwesta wan e. Di vî warî de divê meriv însanan perwerde bike.

Ji bo temaşekirina bersiveke me ya bi awayê vîdeoyê, ji kere xwe re li lînka jêr temaşe bikin:

http://www.fetva.net/goruntulu-fetvalar/hacerul-esved-cennetten-mi-gelmistir-onu-opmek-sart-midir.html



[1] Buxarî, Hec, 50, 57, 60; Muslim, Hec, 248, 120; Muwetta, Hec, 36, (1367).

[2] Nesaî, Hec, 148.

[3] Ehmed kurê Henbel, Musned, 1/23.